Zeyneb Celaliyan li kû ye?

Li gorî yek ji agahiyên malbata Celaliyan dayî Tora Mafê Mirovan a Kurdistan hate gotin ku dibe Zeyneb Celaliyan veguhstibe Girtîgeha Kêrman. Tevî vê agahiyê jî hefteyek derbas bû ti agahiyek ji Celaliyan nehatiye girtin.

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan 21’ê Hezîranê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, piştî 6 rojan anku 27’ê Hezîranê li Girtîgeha Qerçek birin cihekî nayê zanîn.

Yek ji ferdên malbata Zeyneb Celaliyan ji bo Tora Mafê Mirovan a Kurdistan gotiye ku 2’yê Tîrmehê kesekî ku xwe weke li Girtîgeha Qereçek daye diyarkirin, ji bo wan telefon kiriye û diyar kiriye ku çend roj berê komek memûrên girtîgehê Zeyneb ji Girtîgeh Qereçek derxistine birine girtîgeha Kêrman. Girêdayî vê bavê Zeyneb Celaliyan Elî Celaliyan peyameke ya telefonê ji bo wî hatiye şandin û têde hatiye gotin ku keça wî ji bo Şaxa 1 a Giran a Kêrman.

Lê heta niha malbatê nekariye vê agahiyê piştrast bikin ku Zeyneb Celaliyan li Girtîgeha Kêrman ye.