Yuksekdag: Meseleya bingehîn beriya Maltepe û ji Maltepe wêdetir e

Fîgen Yuksekdag wiha got; "Kesên çareseriyê dixwazin navnîşan diyar e. Ew der jî Îmralî ye, cihekî din nîne'

Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku girtî ye têkildarî armanca êrîşên li ser HDP’ê,  Meşa Edaletê, lêgerîna çareseriyê axivî. Yuksekdag bal kişand ser Meşa Edaletê û got ku mesele beriya Maltepe û ji Maltepeyê wêdetir e. Yuksekdag xwest meş bi xwegihandina Maltepeyê neyê sînorkirin.

Yuksek dag têkildarî gotegotên derbarê pêvajoyeke nû jî îşaret bi Îmraliyê kir û wiha got: “Kesên ku çareseriyê dixwazin; navnîşan diyar e. Ew der jî ji bilî Îmraliyê cihekî din nîn e.” Yuksekdag têkildarî êrîşên li ser HDP’ê, girtina xwe û hevalên xwe yên parlamanter, rêveber û endamên partiyê got ku ev pêkanîn hemû girêdayî pêvajoya darbeyê ne ku ev jî merheleya darbeya darazê ye. Yuksekdag diyar kir ku darbeya darazê jî bi rêya girtina wan, parlamanter, şaredar, endam û rêveberên partiya wan şênber bûye. Yuksekdag got ku lingê darbeya darazê îro roj bi operasyonên çewisandin û tasfiyekirinê ku li dijî karmend, akademîsyen, rojnameger û muxalîfan berdewam dike.

Yuksedag got ku xistina parlamenteriya wê jî di esasê xwe de parçeyeke ji vê operasyona giştî ye û wiha axivî: “Operasyonên herî dijwar ên darbeyê jî di siyaseta navendî û xwecihî de li dijî partiya me ku xwedî sekneke demokratîk e hatin meşandin. Li aliyê din bi hedefgirtina hevserokan jî di esasê xwe de xwestin ev sekn were derbkirin û tolê ji hereketa me hildin.” Yuksekdag îşaret pê kir ku di warê êrîşên li dijî wê de yek ji hedefan jî ew bû ku bi van operasyonên qirkirinê destkeftiyên jinan werin derbkirin. Yuksekdag bal kişand ser Meşa Edaletê jî û diyar kir ku kesên ji bo destnedana parlamanterên HDP’ê deng dan îro roj îtîraz dikin û wiha axivî: “Wê demê vê bêpergalî û bêperwaratiyê xwedêgiravî ji bo parastina pergalê kirin û rabûn qedera xwe xistin destê yek zilamekî. Niha CHP bi derengî be jî li dijî vê yekê îtîrazê dike lê AKP bi xwe jî dê nikaribe vê rewşê tim û dayîm bidomîne.”

Yuksekdag bal kiaşnd ser girîngiya berfirehkirina eniya demokrasiyê û da zanîn ku HDP partiya kilît a zemîna tifaqa yekitî û demokrasiyê ye. Yuksekdag îşaret pê kir ku tu pêşketinên ku HDP di nav de nebe û daxwazên ku ew temsîla wê dikin tê de nebin nikarin zêde pêşve bikin. Yuksekdag da zanîn ku hêzên demokrasiyê li ser wan û CHP’ê xurtkirina muxalefetê ferz dikin û wiha axivî: “CHP wê li hemberî van daxwazan çawa gav biavêje; ev yek wê di Meşa Edaletê de xwe bide der. Em wek partî ji bo demokrasî bi ser bikeve destekê didin hemû hewldanan. Hêviya me jî ew e ku meşa Kiliçdaroglu bi Maltepeyê bi sînor nebe. Ji ber ku mesele beriya Maltepe û ji Maltepeyê wirdetir e.”