YRJ’ê roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir
Yekîtiya Ragihandina Jinê 125’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û got, “Em xwe dispêrên mîrasa bi hezaran jinên berxwedêr."
Yekîtiya Ragihandina Jinê 125’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û got, “Em xwe dispêrên mîrasa bi hezaran jinên berxwedêr."
Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) bi wesîleya 125’emîn salvegera Roja Rojnamevaniya Kurd 22’ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya YRJ’ê de ev tişt hate gotin:
“Weke Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) em 125’emîn roja Rojnamevaniya Kurd li tevahî rojnamevanên ku ji bo parastina heqîqetê canê xwe dikin sper û di dozvaniya heqîqetê de bi wêrektî têkoşînekî bêhempa dikin, di serî de li rojnamevanên jin ên kedkar û li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin.
Çapemeniya azad di dîroka Kurdistanê de di qonaxên pir girîng ên têkoşînê re derbas bûye. Çawa ku gelê Kurd di nava pençên qirkirinê de li ber xwe daye û ji bo hebûna xwe têkoşiyaye, di heman demê de çapemeniya azad jî li hemberî çanda qirkirin, destdirêjî, dagirkerî, zayînperestiyê têkoşînek bê hempa meşandiye. Çawa hêzên hegemon, faşîst û qirker di Kurdistanê de hebûn, çand, nasnameya gelê Kurd tine hesibandiye, li hemberî wê di têkoşîn û berxwedana hebûnê de ragihandinê rolekî diyarker lîstiye. Bi taybetî di vê berxwedanê de çawan ku pêşengiya Jinê di Kurdistanê heqîqetekî bû, rêxistinkirin û danasîna rastiya wê bûye heqîqetekî şênber.Hêzên hegemon û baviksalar çawan ku bi hemû hêz û derfetên xwe dixwazin vê rastiya şênber veşêrin, li hember wê parastin û vegotina heqîqetê ewqasî erkek heyatî ye.
Rojnamevaniya Kurd bi qasî rastiya Kurdistana ku rastî her cure êrîşan tê zehmet e. Ji ber hemû êrîşên li dijî Kurd û Kurdistanê tê çêdibin, di serî de xeta çapemeniyê para xwe jê digre. Kedkarên çapemeniya azad bi zanista ku çapemenî eniya herî dijwar a têkoşînê ye û ji ber parastina rastiya weke erkekî xwe yê esasî dîtiye, lewra bê dudilî ji bo dayîna berdêlên herî giranbaha xwe amade kiriye. Bi taybetî bi 50 saliya bilindkirina têkoşîna şoreşa azadiyê re, çapemeniya azad jî derbasî qûnaxek nû bû ye. Tevî bê derfetî, zordarî, êrîş, destgîrkirin, girtin, tepisandinê jî gavên dîrokî avêtiye û li cihanê bûye çavkaniya belavkirina rastiyan.
Di kevneşopiya çapemeniya azad de Xeta Mazlûm Dogan,Gurbetellî Ersoz, xeta parastina heqîqetê ye. Li Kurdistanê li dijî polîtîkayên qirkirinê, berxwedana hebûn û dozvaniya heqîqetê bûye bingehê avakirina rastiya çapemeniya azad. Heman demê de bûye dengê jina azad ku pêşengiyê ji tevahî civakê re dike. Rojnamevanên jin, li ser vî bingehî, xwe bi rêxistin kirin û weke qadeke têkoşînê hilbijartine. Vê qadê li dijî hişmendiya netewdewlet, baviksalar, paşverotiyên civakî heta roja îro berxwedanek bê hempa dane meşandin. Sîstema kapîtalist, her çiqas jin xistibe mîna metayekê, bi her awayî êrîşî li ser beden, vîn, ruhê wê kiribe jî, lê çapemeniya azad ji bo rastî, nasname û vîna azad xebat daye meşandin.
Mîrasê têkoşîna 50 salî ku mîna şoreşa vejinê û azadiyê tê bi navkirin, çapemeniya azad jî ji bo paradîgma netewa demokratîk ku mîmarê wê Rêber Apo ye, bûye parçeyek sereke yê vê têkoşînê. Di heqîqetê de, çapemeniya azad bi pêşengiya jinê, bûye dengê wêrek ê şoreşê. Bû dengê heqîqeta şoreşa gelekî ku hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê deng vedaye. Îro ev şoreş bûye, şoreşa tevahî jin, civak, pêkhate û baweriyan.
Weke Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em xwe dispêrên, mîrasê bi hezaran jinên ku rastî bi berdêla canê xwe vegotine. Bi vê bîr û baweriyê li Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo şoreş bibe heqîqeta civakî, ji bo bibe nimûne ji tevahî cihanê re, bi hişmendiya jina azad em ê têbikoşin. Bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku tevahî cihan şiyar kir, çapemeniya azad wê vî dengî hîn bilindtir bike. Li hemberî polîtîkayên dagirkerî, desthilatdarî,destdirêjiyê bi pênûs û dengê xwe wê têbikoşînekî herî bibandor bike. Çawa ku kedkarên jin, di nava çapemeniya azad de mîna; Şehîd Şîlan Kobanê, Denîz Firat, Şevîn Bîngol, Nûjiyan Erhan, Dilovan Gever, Dilîşan Îbiş, Eylûl Nûhilat, Agirî Yilmaz, Arîn Cudî û bidehan rojnamvanên jin ên ku ji bo avakirina civakek demokratîk û ji bo rastî mîna rojê bi biriqe canê xwe fedakirin, em ê jî bi wê bîr û baweriyê kar bikin û têbikoşîn . Li ser vê bingehê em carek din roja Rojnamevaniya Kurd, di serî de li tevahî kedkarên jin ên çapemeniya azad û li tevahî kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin. Em soz didin ku li Mîrasê şehîdan xwedî derkevin û pênûsa wan dewr bigrin û xeta çapemeniya azad xurt bikin. Weke şopdarên wan têkoşîna serxistina şoreşê û avakirina jiyanek azad û demokratîk em ê weke erkê xwe sereke bizanin.”