YPS-JIN'ê konferansa xwe ya pêşî pêk anî
YPS-JIN'ê konferansa xwe ya pêşî li dar xist û encamnameya xwe ragihand.
YPS-JIN'ê konferansa xwe ya pêşî li dar xist û encamnameya xwe ragihand.
YPS JIN'ê di navbera 29-31’ê Adarê de konferansa xwe ya pêşî pêk anî. Rêxistinê di encamnameya konferansê de bang kir ku di nav çarçoweya xweparastinê de têkoşîn were geşkirin.
Yekîneyên Parastina Sivîl ên Jinan (YPS-JIN) di encamnameya xwe de wiha got:
"Di navbera 29-31’ê Adarê de, li qadên berxwedanê bi tevlêbûna gelek delegeyan Konferansa 1. a YPS-JIN’ê hate lidarxistin. Di konferansê de berxwedanên bajaran ku ji bo gelê Kurd pêvajoyeke dîrokî bû bi berfirehî hate nîqaşkirin û û her wiha ji pêvajoya têkoşîna ya pêş me tecrûbe jê hatine derxistin.
Encamên pêvajoya siyasî ku pêkhateyên konferansê ew têkildarî dîrok û rojaneyê nirxandin, yek bi yek hatine nirxandin. Bi taybetî hate destnîşankirin ku gelê Kurd ev 100 salê dawî bi têkoşînê, hewl daye ku ewrên reş ên ku ser hebûna wê girtine belav bike, Kurdan piştî şerekî mezin ê man û nemanê xwe gihandine asta siyasî ya roja me. Rêber Apo diyar dike, ‘’Piştî encama têkoşînê ya 40 salî ya bêhempa, Kurdan di danqebûlkirina hebûna xwe da ku peywireke negatîf e geşedaneke mezin pêk anîne, niha jî divê gelê Kurd peywira pozîtîf, berpirsyariya avakirina xweseriya demokratîk pêk bînin’’ di konferansa me de peywira Kurdan a serdemê hatiye destnîşankirin, her wiha hatiye destnîşankirin ku hêjayî vê jî divê xeta parastina gel were geşkirin.
BERXWEDANÊN DÎROKÎ YÊN BAJARAN HATIN NÎQAŞKIRIN
Di konferansa me de berxwedanên dîrokî yên bajaran bi berfirehî hatine nîqaşkirin, bi taybetî hatiye destnîşankirin ku qirkirin û zexta li ser Kurdan hatiye asta herî jor û em di pêvajoyeke tije tundî de derbas dibin. Di nirxandinan de hate destnîşankirin ku geşedanên dîrokî ku konsepta şer bi her hêlê hatiye tundkirin, di pêvajoyê berê de jî hatine jiyîn. Hate gotin deklarasyona ku ji ji hêla Rêbertî ve hatibû amadekirin û 2013’an di Newrozê de hatî ragihandin û gavavêtina bi mebesta ku pirsa Kurd bi rêyên aştî û demokratîk çareser bibe, dîsa bi mitebeqata Dolmabahçayê ya 28’ê Sibata 2015’an hatine ber bi rewşeke dîrokî ya helwesta Rêbertiya me ku ji bo çareseriyê pêk anî, weke sîsika vê pêvajoyê hate pênasekirin. Piştî ku Erdogan pê derxist ku pêvajoya demokratîk a çareseriyê ne di berjewendiya wî de ye, berevajî vê ji bo aştiya civakî û Kurdan destkeftiyên dîrokî bi xwe re tîne û pê re ji ser masê rabû û starta pêvajoya nû ya îmha û înkarê da, hewce bû ku Kurd jî xeteke nû ya parastinê pêk bînin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku ji ber sedema van geşedanan ew ketine pêvajoyeke berxwedanê ya bi vî rengî. Piştî ku çareseriya bi rêyên demokratîk û aştî hate redkirin, vebijêrka duyemîn a di destê Kurdan de, pêkanîna xweseriya demokratîk a yek alî derkete pêş. Li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên tund bûyî Kurdan xweseriya xwe ya demokratîk ragihandine û nexşeya rê ya çareseriyê diyar kirine.
BERXWEDANÊN BAJARAN QONAXEKE NÛ YA ŞERÊ GEL E
Di hemû nîqaşên konferansa me de hate gotin berxwedanên bajaran gaveke dîrokî ye. Çawa ku pêngava 15’ê Tebaxê bûye pêngaveke ku hebûna gelê Kurd daye qebûlkirin, ev qonaxa duyemîn jî, bi eşkere derketiye holê ku bûye qonaxa ku şerê şoreşgerî yê gel bi rengekî yekere ber bi azadiyê ve dimeşe. Ev pêvajo bi şêwazeke bêhempa û fedaî ya têkoşînê pêk hatiye. Ev rasteqîn ji hêla her kesî ve hatiye dîtin ku dijmin qet nedipa û tenê piştî ku hemû hêza xwe seferber kiriye daye ber çavê xwe mudaheleyî qadên berxwedanê bike. Hişkere hate dîtin ku di vê pêvajoyê de bi têkoşîneke pir xurt şerê şoreşgerî yê gel dest pêk iriye. Di vê serdemê de ku di têkoşîna azadiyê de giyanê seferberiyê yê mezin pêk hatiye, jin, ciwan, yixtiyar bi hezaran mirovên welatparêz xwe ji bo qadên ku xweserî lê hatin ragihandin kirin mertal û di nav hêza parastinê de cihê xwe girtine û bi vê hêlê ve jî serdemeke dîrokî hatiye jiyîn.
TECRÛBEYA ŞER DESTKETINEKE MEZIN E
Di konferansa me de pêvajoyên berê bi giştî hatine nirxandin li ser kêmasiyan rexne hatiye dayin û tiştên ku siberojê divê werin kirin hatine destnîşankirin. Bi pratîka heta niha rêxistina YPS JINê bi şehîdên leheng ku mohra xwe li serdemekê daye, bi derxistina holê ya nirxên manewî, bi zemîneke zexm û tecrûbeya berxwedana bajaran pêkanîna vê weke destkeftiyên mezin ên paşerojê hatine nirxandin. Di dema berxwedanê de, dema ku dastanên dîrokî dihatin afirandin, hatiye dîtin ku hêzên parastinê yên Bakurê Kurdistanê YPS, YPS-JIN di vê pêvajoyê de misyona dîrokî ya li ser milê xwe, hewl dane ku şayanî wê bi cih bînin.Di vê pêvajoyê de; têkoşîna ku li Gimgimê bi hevrê Ekîn Van dest pê kirî û li Cizîrê bi Rûken, Bîşeng; li Sûrê bi Nûca Rûken; li Baxlarê bi Berfîn; li Nisêbînê bi Binevş Mizgîn; li Şirnexê bi Rengîn Zeryan; li Hezexê bi Warbîn Nûda; li Silopya bi Hebûn Isyan; li Qoserê bi Dorşîn Jînda; li Dêrikê bi Têkoşîn Yildiz; li Kerboran bi Emgîhan û Hêlîn Koçer; li Geverê bi Zîlan, Koçerîn û bi fermandar Çiyager ku li Sûrê bûyî sembol berdewam kirî, rûpelên dîrokê bi lehengiyên xwe rûmetdar kirine.Di şexsê van hevalan de hemû şehîdên me yên berxwedanê, bi gihayê fedayî yên berz pêşengiya vê pêvajoyê kirine û rêya serkeftinê vekirine. Di nîqaşan de hatiye gotin di vê pêvajoyê de ku gelê me ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye, tacîdarkirina vê pêvajoyê ya bi serfiraziyê peywira herî sereke ya li ber hêzên YPS, YPS-JIN’ê ku li pey şehîdên me dimeşin. Hêza me ya YPJ-JIN ku li malê, li kuçeyê, li hemû qadên jiyanê parastina jinê û gel ji xwe re peywireke sereke dibîne, di nîşqaşên konferansê de ew îdîa derketiye holê ku di pêvajoya pêş de her jinê bîne asta ku xwe, xaka xwe û civaka xwe biparêze. Konferansa me bi rengê ku ji hemû jinan re bibe bang ku li dor hêza xwe-parastina jinê bicivin, di nav baxçeyê xwe-parastinê ya gulan de ku diriyên wê zêde û tûj in û sîstema zilam-serweriyê newêre dest lê bidiyê, cih bigirin. Li ser vê zemînê konferansa me bang li hemû jinan dike ku di refên YPS-JIN’ê de, li ser zemîna xweprastinê xwe rêxistinî bikin û têkoşînê geş bikin.
TEVLÊBÛNA ME YA LI VÊ PÊVAJOYÊ WÊ RENGÊ PÊVAJOYÊ DIYAR BIKE
Di encamê de hatiye destnîşankirin ku tevlêbûna me ya jinan a li vê pêvajoyê wê rengê pêvajoyê diyar bike. Yek ji tespîta herî girîng a konferansa me ye ku li hemû qadan pêşengiya jinê ya li berxwedanê xwedî wateyeke dîrokî ye û her wiha tevlêbûna jinan a li avakirina civakî û berxwedanê wê rengê xwe bide demokrasiyê û azadiya civakî. Bi taybetî li Gimgimê hevrê Ekîn Van, li Sûrê Berfîn Cizîr, li Cizîrê Rûken Hoser, li Şirnexê Zeryan bûne pêşengên berxwedanê û berxwedan li pey xwe kişandine. Ji ber ku Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya Yuksel, dayika Taybet di berxwedana civakî de bûne sembola pêşengiyê ya jinê, wê bibin sedem ku di pêvajoya pêş me de jî em bi zelalî derbasî serdema berxwedane bibin. Weke ku tê zanîn; li cem me rasteqîniya sereke yê ku ev hişmendiya berxwedanê û azadiyê afirandî Rêber Apo ye. Sala 2017’an ku me konferansa xwe pêk anî, hem ji bo parastina hebûna Rêber Apo û hem jî ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo wê bibe sala têkoşînê ya bi asta herî bilind. Pêvajoya pêş me wê bibe sala hesapdîtinê ya bi hişmendiya zilam-serweriyê û sîstema wî re. Di heman demê de li ser zemîna xweparastinê ku ev sal bibe sala azadiyê û berxwedanê, ji bilî mezinkirina têkoşîna me ya azadiyê û civakîkirina wê tê dîtin ku vebijêrkeke dî ya birûmet nîn e.
Di konferansê de ku pêvajoya berxwedanê bi berfirehî hatiye nirxandin, tespîta wê hatiye kirin ku pêvajoya berxwedanê fermandarên xwe jî afirandine. Ji bo ku Şehîd hevrê Ekîn Van şehîda pêşî ya berxwedanê ye û pêşengiya serdemeke nû kiriye û Şehîd Rûken Hoser ji bo ku fermandariya ked, berxwedan û xeta azadiya jinê kiriye, heval Şehîd Zeryan ji bo ku temsîla berxwedana xwerêveberiyê û temsîla rihê fermandariya YPS-JINê dike, sembolê şehîdên berxwedanê yên xwerêveberiyê hatine qebûlkirin.
Hatiye derbirîn ku li dor temsîla giyanê fermandariya berxwedanên xwerêveberiyê, li dor sembolên xeta şehîdên berxwedaniya xwerêveberiyê Şehîd Ekîn, Şehîd Rûken, Şehîd Çiyager, Şehîd Zeryan û Şehîd Xebatkar û di heman demê de di şexsê pêşengên gel Sevê, Mehmedan de bi pêgirîbûna bi şehîdên xwerêveberiyê û şehîdên şoreşê wê li dor têkoşînê li hev asêbûnek çêbibe.
Konferansa me ya bi şiyara 'Bi jinên berxwedêr, ber bi Kurdistana xweser ve" hate lidarxistin, bi rengekî serketî qediya."