Ronahiya li serê çiyê timî şewq dide!

Ew ronahiya çiyê ne ku şewqê didin welatê me. Ew şervan in ku jinan diparêzin, nebî ne ku rûyê zarokan dikenînin, ew şopdarên dilsoz in. Şehîd Ozgur Erdal û Besê Devran Çiya bi wî rengî bûn.

OZGUR ERDAL – BESÊ DEVRAN

Ronahî wêneyê heqîqetê ye, ronahî kurteberiya jiyanê ye, ronahî hêvî ye, ronahî azadî ye û ronahî navê jinûve vejînê ye. Ronahî nêrîn e, wate ye. Ronahî wekheviya navbera xwe û ya din e, li gel dîtina cihêrengiyê her wiha bidestxistina wekhevbûnê ye. Şewqa rojê û ronahiya tavê ya ku 50 sal in li serê çiyayê welatê me dixin, herduyan xatir ji me xwestin û ber bi bêdawîtiyê ve çûn. Jibîrkirina wan jibîrkirina xwe ye, ji ber ku ew kûrahî ne, ew tolhildan in, ew evîn in...

Ew ronahiya çiyê ne ku şewqê didin welatê me. Ew şervan in ku jinan diparêzin, nebî ne ku rûyê zarokan dikenînin, ew şopdarên dilsoz in. Gotin têra vegotina wan nake. Bi fedaîtî, wêrekî, berxwedêrî û eşqê jiyan.

HPG’ê beriya çend rojan agahiyên li ser nasnameya du şervanên dilan eşkere kir.

Ozgur Erdal (Hamîde Hemo) ji bajarê Serêkaniyê ye ku li başûr rojavayê welatê me bi xeteke sînor hatiye parçekirin. Bajarê Serêkaniyê ku yek ji herêmên herî welatparêz ên Rojava ye ku Rêber Apo sala 1979’an gav avêt wê derê, ji hingî ve bi karên şoreşgerî yên Rêber Apo re gav bi gav hîn bêhtir welatparêz bû. Li nava malbatekê ku pîvanên welatparêziyê yên herî sade û kûr lê serwer bû ji dayik bû. Karakterê Ozgur jî bi van pîvanên mezin ava bû. Ozgur pîvana sereke ya îdeolojiya rizgariya jinê hîn di zarokatiyê de wergirt û wê paşerojê bibûya yek ji nûnerên herî xurt ên her pênc pîvanan.

LI DIJÎ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê DI ÇEPERÊN ŞER DE CIH GIRT

Ozgur ku têkoşîna şoreşgerî, bi taybetî têkoşîna azadiyê ya jinê nas kir û eleqeya wê çû ser şoreşê, herî zêde xwe nêzî paradîgmaya Rêber Apo dît û li ser vê bingehê temenê ciwantiyê derbas kir. Ti carî nebû jineke ciwan a ku li ber bayê tengaviya sîstemê ket an jî xwe ji însafa aqlê mêr re hişt. Bi hêza ji felsefeya Rêber Apo bû jineke ciwan ku ruhê xwe yê azad parast. Hîn di temenekî biçûk de, dema ku dijminê herî mezin ê jinê û mirovahiyê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Rojava kir, Ozgur bi dilê xwe yê wêrek tevlî çeperên şer bû. Ozgur zêdeyî 3 salan li Rojava şer kir, di nava vî şerî de mezin bû û bedew bû. Di pêkhatina şoreşa Rojava de kedeke mezin da, dema ku di vî şerî de birîndar bû bi pîrozmendiya xwedawendiyê li berpirsyariyên xwe fikirî û di demeke kurt de rabû ser piyan.

Ozgur di şerê li Rojava de tecrûbeyên mezin bi dest xist, di kesayetiya xwe de pêngavên girîng pêk anî û piştî ku şahidî ji serketina şoreşê re kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla bû û biryar da ku jiyana xwe ya têkoşînê weke şervaneke YJA Starê dewam bike. Ozgur di asta têkoşînê de gavên mezin avêt, piştre yek ji şervanên feda yên PKK’ê Zîlan ji xwe re weke sembol dît û ji bo xwe bigihîne wê derbasî nava Hêzên Taybet bû. Di nava Hêzên Taybet de hunera xwe perwerde û bi rêxistin kir û di felsefeya Apoyî de xwe kûr kir, veguherî şervaneke jin a ku ber bi xwedawendiyê gav avêt. Şervana jin a bi dilekî mezin Ozgur ku di şerê jiyana nû û afirandina jiyana nû de bû hosta, bi baweriyeke mezin a ji xwe derbasî qadên ji şerê herî giran bû. Ozgur ku bû yek ji afirînerên berxwedana destanî ya li Rojavayê Zapê ku 4 salan dewam kir, li gorî baweriya xwe jiya, di oxira baweriya xwe de şer kir. Ronahiya çiyê Ozgur a ku serî li ber ti êrîşê netewand, di 21’ê Çileya 2025’an de ber bi rêwîtiya bê dawî ve çû.

HER ROJEKE TÊKOŞÎNÊ BI GAVEKE DIN BI PÊŞ VE BIR

Besê Devran Çiya (Menşure Akpolat) ji herêma Serhedê ye ku li bakurê welatê me ye. Li nava civake dilgerm a li nava sermaya Mûşê jiyan nas kir. Dilsoziya malbata wê ya bi kevneşopiyên neteweyî û xaka welêt, kir ku bibe xwedî kesayeteke cewherî û bingehîn. Di nava sîstemê de ku jiyan veguherî girêkeke kor, bi hestên welatparêziyê kete nava hestên xurt ên lêgerînê. Hêrs û serhildana wê bi taybetî li hemberî wê yekê bû ku jin veguherandin metayê. Êşa jinê ya ku di nava kevneşopiyên feodal û pîvanên sîstemê de asê maye, ji dil hîs kir û bêyî ku serî bitewîne sekneke bi îdîa nîşan da ku bibe çare. Hest û daxwazên wê yên li ser bingeha azadiya zayendî û neteweyî, ew gihand felsefeya Apoyî. Li Wanê dema diçû zanîngehê Besê tevlî nava refên ciwanan ên şoreşger bû û diyar kir ku jiyana xwe di kîjan rêgehê de bimeşîne.

Dema ku di nava karên ciwanan de bû derfet dît ku Rêber Apo bixwîne, fêhm bike û soz da ku tevlî jiyana şoreşgerî bibe ku ti carî jê venegere. Besê ku karên ciwanan ji bo xwe têr nedît, piştî ku DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir biryar da ku tevlî şoreşê bibe û sala 2015’an beşdarî nava refên gerîla bû. Li nava refên gerîla bi coşa çûkeke ku ber bi azadiyê ve difiriya, Besê tevlî jiyanê bû û di demeke kurt de bû xwedî pîvanên jinê yên milîtaniya Apoyî. Besê ku îrade û hişmendiya wê ya azadiyê gav bi gav mezin bû, têkoşîna xwe her roj bi gaveke din bi pêş ve bir. Besê xwest têkoşîna xwe bi fedaîtiyê tacîdar bike û pêşniyar kir ku tevlî nava Hêzên Taybet bibe.

Besê ku xizmê nêz ê Şehîd Dewran (Serhat Akpolat) bû ku sala 2016’an li Geverê çalakiya fedaî kir, di heman demê de xwest bibe şopdara wî ya dilsoz. Di nava Hêzên Taybet de bû xwedî taybetmendiyên gerîla yên profesyonel û bû yek ji gerîlayên pêşeng û hosta yên demê. Ji bo derbasî nava Rojavayê Zapê bibe gelekî israr kir û di encamê de derbasî qadê bû ku 4 salan bê navber lê şer kir. Ev jin a wêrek ku ji bo şerkirinê bi kêliyekê jî dudil nebû, bi Ozgur Erdal re ku hevrêya wê ya bedew a mîna wê bû, li ber xwe da û di 21’ê Çileya 2025’an de şehîd bû. Ev herdu jinên ku ronahiya çiyê ku şewqa xwe ji Ronahiyê wergirtin, herÎ zêde ji bo me jinên Kurd bûne çira û ronahî. Bîranîna wan, bîranîna rûmetê ye.