YPJ'ê piştgirî da jinên Efgan

"Bi navê YPJ'ê em piştgiriyê didin jinên Efgan û dibêjin, çi dibe bila bibe pêwîste jinên Efganistanê xwe bi vîna azad birêxistin bikin û têkoşîna xwe li hemberî hêzên desthilatdar diyar bikin. Pêwîste neyê ji bîrkirin ku hêvî ji serketinê hêjatir e."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkildarî gefa Talîbanê ya li jinên Efgan daxuyaniyek da û diyar kir ku pêvajoya heyî ya li Efganistanê ji bo jinan hemûyan û hêzên demokratrîk cihê êş û fikaran e.

Fermandariyê diyar kir ku pergala hegemon a siyaseta global ji bo şikandina vîna têkoşînê ya jinê û gelan û ji bo berjewendiyên xwe yên ku bi mijara wekaleta Efganistanê ve bi lêv dikin her cure alîkarî dane Talîban û di encama vê hevkariya hêzên kapîtalîzma gloobal de Efganistan radestî Talîban kirin.

Fermandariya YPJ'ê ragihand ku hêzên desthilatdar ti carî şûnwarên şêniyên ku bi salan e li ser axa xwe ne, nirxên ku jin û civakê çavê xwe li ser vekiriye nas nakin û vîna jin û gelan ji nedîtîve tên.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêvajoya dawî li Efganîstan diyar kir ku gel û bi taybetî jin ti çarî ihtimada xwe nikare bide li ser hêzên derve, hêzên hegemon. Avakirin û parastina civakeke exlaqî, politik, wekhev û bi ewle tenê bi hêza civakê dikare pêk were."

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Çawa ku hêzên emperyalist bi pêşengiya dagirkeriya dewleta mafya û çete ya Tirk de êrişî axa Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî kirin, jinên herêmê revandin, zarok, kal, pîr kuştin îro jî heman feraset li Efganistanê, li ser jin û gelê herêmê heman kiryaran dike. Weke artêşa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) me ev êrişên li ser Efganistanê bi xemdariyeke mezin şopand, me jin û gelê herêmê ji kûr ve hîs kir. Di heman demê de êşa ku em niha ji kûrahiya dil de hîs dikin ew e ku vîna jinên Efganistanê bê ku li ber çavan were girtin, bi awayek hovane û dijmirovahiyê radestê hêzên desthilatdar hate kirin. 

Biryarên Talîban ji bo jin û civaka Efganistanê girtî derhiquqî ne, antî demokratik in.  Ango hewl didin bi dagirkirinê ve jin û civaka Efgan li gor feraseta xwe ya desthilatdariyê ji nû ve dizayn bikin. Ev nêzîkatî heta dawî li derveyî vîna azad û mirovahiyê ye. 

Lê em ji bîr nekin ku di hemû serdeman de çareseriya azadiyê ji hêza xweya cewherî bawer kirin, xwe rêxistin kirin û vîna tekoşîna azadiyê bilind kirin e. Çawa ku wekî YPJ me li hember DAÎŞ û li hember feraseta dagirker a dewleta mafya û çete a Tirk bi hêza jin a rêxistinkirî li ber xwe da, xwe xurt kir, artêşa xwe mezin kir, jinên Efganî jî bi hêza xwe ya cewherî û rêxistînbûna xwe ve dikarin bibin hêza azadiyê. Jinên Efganî divê xwedî mafê xwe yên hiqûqî, aborî, rêvebirina welatê xwe bi israr bin.  Xwediyên esil ên wê axê jinên li ser wê axê ne, pêwîste jinên Efganî li gor serdema nû bikaribe bi vîna xwe ya azad, rêxistinkirineke ji hemû deman zêdetir bi bandor ve hêza xwe derxe holê. 

Em weke hêzên YPJ’ê piştgiriya xwe ji bo jinên Efganîstanê diyar dikin û dibêjin çi dibe bila bibe pêwîste jinên Efganîstanê xwe bi vîna azad birêxistin bikin û têkoşîna xwe hember hêzên desthilatdar diyar bikin. Pêwîste neyê ji bîrkirin ku hêvî ji serkeftinê bi nirxtir e. Bi hêviya siberojên azad hêza xwe ava bikin. Ger hêza jinan bibe yek tu hêzên desthilatdar wê nikaribin li hember hêza jinê ya xwe bi rêxistinkiri bisekinin û kiryarên dijmirovahiyê bidin jiyankirin. Herî dawî jî em bang li hemû jinên cîhanê yên demokrasîxwaz dikin û dibêjîn ev rewşeke mirovî ye û pêwîste her jin piştgiriya xwe ji bo jinên Efganî diyar bikin. Em jî rewşa jinên Efganî bi baldariyeke mezin dişopînin, piştgiriya xwe diyar dikin û serketinê dixwazin."