YPJ’ê konferansa xwe li dar xist

YPJ’ê konferansa xwe li dar xist

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di nava YPG’ê te xwe bi rêxistin kiriye, konferansa xwe ya yekemîn lidar xist û biryarên girîng girtin. Di konferansê de ji bo avakirina civakek demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendî, her wiha Sûriyeyek demokratîk li ser girîngiya avakirina hêza leşkerî ya jinê hate rawestîn. Di encama nîqaşên hatin meşandin de, yek ji biryarên herî girîng jî biryara avakirina Akademiya Parastinê ya Şehîd Şîlan bû. Konferans diyarî hemû têkoşeran hate kirin.

Konferansa damezrîner a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku li Rojavayê Kurdistanê û hinek cihên Sûriyeyê di nava refên YPG’ê de ev demek dirêj e xwe birêxistin dike, hate lidarxistin. Encamnameya  konferansê ku bi slogana, “Xwe di YPJ’ê de birêxistin bike, serkeftina şoreşê mîsoger bike”, di navbera 2 û 4’ê Nîsanê de hate lidarxistin hate aşkerakirin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku konferans bi beşdariya 200 şervanên YPJ’ê ku nûneriya hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê û hinek herêmên Sûriyê dikin pêk hatiye û di nava delegeyan de jinên ji netew û baweriyên din jî hebûn.

Di encamnayê de hate destnîşankirin ku di konferansê de li ser mijarên “Rêxistinkirin, xebatên leşkerî û pratîkî” nîqaş û nirxandinên berfireh hatin meşandin. Di berdewama encamnameyê de hate gotin ku di encama nîqaşan de ji bo sîstema parastinê ya jina kurd ku ji tîm, tabûr, boluk pêk tên biryarên dîrokî hatine girtin û biryar wiha hatin rêzkirin:

- Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) ku heta niha 5 tabur ava kirine, bi awayekî fermî hate îlankirin

- Di nava sîtema parastinê de jina kurd wê di warê perwerde, birêxistinkirin, leşkerî û fikrî de xwe pêş ve bibe, her wiha di warê parastinê de wê xwe profesyonel bike.

- Di çarçoveya sîstema parastinê de konferansê biryara avakirina Akademiya Parastinê ya Şehîd Şîlan girtiye. Her wiha wê şaxên wê li hemû herêman bêne avakirin. Ev akademî wê girîngiyê bide pêşxistina aliyê leşkerî ya jinê û bêyî ku cudahiya ol, netew û nêrîna siyasî bike wê ji bo pêşvebirina civakê xebatê bike. Akademî li ser rêzgera “Ger ku cîhan hemû bi ser me de were jî emê xwe biparêzin, ger ku hêza me têrî hemû cîhanê bike jî em êrîş nakin” xebatên xwe dimeşîne. Dîsa wê dewreyên perwerdeya branşan ku dê tecrubeyên jinê zêde bikin bêne vekirin.

-  Wê taxim û bolukên profesyonel bêne avakirin.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku li ser avakirina sîstema parastinê ya li tevahiya Rojavayê Kurdistanê ku jin karibin parastina xwe û destkeftiyan biparêzin, her wiha civakê di mijara xweparastinê de zana bike, nîqaşên berfireh hatin kirin. Hate gotin ku ev jî bi riya sîstemek parastinê ya bihêz ku ji tîmê destpê dike û heta asta biryargeha navendî diçe, dikare pêk were.

Di encamnameyê de hate gotin ku li ser pêwîstiya têkiliyan ên di navbera jinên ji hemû netewan de rola pirê dilîze hatiye rawestîn û wiha hat domandin: “Di vê çarçoveyê de mijara parastina rewa û avakirina Sûriyeyek demokratîk, her wiha civakek demokratîk, elokojî û azadiya zayendî hate nirxandin. Dîsa li dijî hemû êrîşên li ser civakê, parastina civakê ya ji pençeşên zilam û bermahiyên wî yên dewletî li ser girîngiya têkoşîna hevpar hate rawestîn. Di encama nîqaşan de firka avakirina hêzeke ku dikare hemû pêkhateyên civakê biparêz e derket holê.”

Di berdewama encamnameyê de hate diyarkirin ku çareseriya demokratîk a ku ji bo herêmê tê hêvîkirin, wê bi têkoşîna hevpar a ku xwe dispêre hêza gelan a cewherî û enerjiyên civakî yên herêmê pêk were. Hate destnîşankirin ku di vir de wê gelê kurd û jina kurd hêza pêşeng be û modela mînak li herêmê ava bike.

Di enacamnameyê de hate bibîrxistin ku ku di ser şoreşa bihara gelan û Şoreya Sûriyeyê de 2 derbas bûne û ev tişt hatin gotin: “Ev şoreşên ku xwe dispêrin mîrateya Rojhilata Navîn a berxwedêr û têkoşîna azadiya sedan salan a li dijî pêxasên dewleta netewî hatine meşandin, tevî hemû astengiyan didomin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku li Rojhilata Navîn a ku tovê jiyana azad lê hatiye çandin berbanga bihara gelan tê jiyandin û wiha hat domandin: “Bi taybetî li Sûriyeyê niha şoreşek tê jiyandin. Di vê şoreşê de gelê kurd gihîştiye asta birêxistineke girîng. Lê li ser navê azadiyê gelek komên çete derketine holê. Tu ferqa van ji sîstema dewletî tune ye. Lewre divê gelên herêmê xwe birêxistin bikin. Ji rewşa heyî herî zêde jin û zarok zirara mezin dibînin, lewre divê jin jî xwebirêxistin bikin.”

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di çarçoveya vê armancê de ji bo ku jin di warê rêxistinî, civakî û fikrî re de pêş bike û bi rengê xwe  hebûna xwe nîşan bide hatiye avakirin. Di berdewama encamnameyê de hate diyarkirin ku li Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftî hatine bidestxistin, di van destkeftiyan de jinê jî rolek gelekî mezin lîstiye û wiha hat domandin: “Di encama van xebatan de jina kurd di nava YPG’ê de bi awayekî xweser xwe birêxistin kir û tabûrên xwe ava kirin. Di encamê de konferans hate lidarxisin û YPJ hate îlankirin. Avakirina YPJ’ê jî berdewama van hemû xebatan e. Di demeke ku ewlekarî tune ye, exlaq nemaye û desthilatdariya zilam a di netewe dewletê de xwe îfade dike û cîhan kiriye goristan, li pêşiya civakê tenê tiştek dibîne ku ew jî xwe parasitin e. Lewre rizgarkirina jiyan û jinê ya ji vê sîstema ku jin kiriye amûrekî zayendî û bi erzanî dide şixulandin, girêdayî têkoşîn.”

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku jin ji hêza xwe ya bedenî, exlaqî û manewî hatiye qutkirin û ev tişt hatin gotin: “Em di dîrokê di li nêzîkahiya artêşa binêrin, hemû artêş bi nêrîna zilam hatine avakirin. Ev jî asta girêdayîna jinê ya bi zilam re nîşan dide. Sedema biçûkxwistina jinê girêdayî vê feraseta artêşa zilam e. Cihê ku artêşa zilam lê hebe, jina çewisandî û bindest heye. Pêwîste jin hêza xwe ya xweser ava bike ku wekhevî bê runiştandin. Dîrok bi mînakên ku divê ders jê bêne derxistin û girîngiya avakirina hêza leşkerî ya jinê derdixînin holê tije ye. Divê ev hêz bê avakirin ku parastina mafên jin û gelan bê kirin. Şoreşên herê mezin ên ku pêk hatine jî, piştî serkeftinê mafên jinê piştguh kirine. Îro jî li dewletên bayê buhara gelan lê belav dibe heman senaryo tê dubarekirin. Mînakên wê Tunus, Yemen, Misir ku jin bi hêzek mezin tevlî şoreşê bû tên dîtin. Lê encama ku derketiye holê rewşa berê neguhertiye.”

Di dawiya encamnameyê de, hate gotin ku konferans diyarî hemû jinên têkoşer ên cîhanê yên wekî Roza Luksembur, Margiret Gorgîs, Leyla Qasim, Besê, Şêrîn Elemhorî, Şîlan û têkoşer û siyasetmedar Sakîne Cansiz ku heta dawiya emrê re nûneriya rihê azadiyê kir, hatiye kirin.