YPJ: Şervana me Nejbîr Zagros şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku Jaklîn Ehmed (Nejbîr Zagros) di 5’ê Tîrmehê de di encama qezayekê de şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku Jaklîn Ehmed (Nejbîr Zagros) di 5’ê Tîrmehê de di encama qezayekê de şehîd bûye.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî şehîd Jaklîn Ehmed (Nejbîr Zagros) ev agahî parve kir:
“Bi bilindbûn û mezinbûna şoreşa Rojava re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di jin û ciwanan de ruhê parastina nirxên şoreşê gihaştiye lûtkeyê. Bi hezaran jin û ciwan bi vê armancê berê xwe didin nava refên azadiyê û dibin hêza esasî ya parastina şoreşa jin a Rojava.
Hevrêya me Jaklîn Ehmed bi nasnav Nejbîr Zagros ji bajarê Kobaniya berxwedêr e. Berxwedana dîrokî ya Kobanê bi xwe re nifşek ku xwedî li nirxên azadiyê derdikeve afirand. Hevrêya me Nejbîr yek ji wan jinên ciwane ku hebûn û nasnameya xwe ye neteweyî bi têkoşîna dîrokî a Kobanê re nas dike û di sala 2020’an de tev li nava refên azadiyê dibe.
Hevrê Nejbîr di temênê xwe yê ciwan de xwedî zanebûneye bilind a azadiyê bû. Ji ber wê jî her tim di nava lêgerînê dabû, ji bo li hemberî hemû êrîşên li ser gel û welatê xwe têkoşînê bike, xwedî lêhûrbûneke kûr bû. Hevrê Nejbîr di demeke pir kurt de kesayeta xwe li ser esasê pîvanên jiyana azad bi rêxistin kir û wek jineke ciwan cihê xwe di nava yekîneyên me de girt. Li ser vê bingehê jî hem di warê leşkerî hem di warê birdozî de xwe bi pêş xist. Piştî demekê bi lêhûrbûneke kûrtir ji bo li hemberî her curê êrîşên terorî têkoşîna xwe bilind bike, cihê xwe di nava Yekîneyên Antîterorê (YAT) de girt.
Hevrêya me Nejbîr Zagros di 5’ê Tîrmehê de dema ku li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihaşt asta şehadetê. Em di serî de ji malbata hevrêya xwe Nejbîr Zagros û tevahî gelê xwe ya welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em ê her dem têkoşîna xwe ye ji bo avakirina ferdeke azad û civakeke azad bidomînin.”