YPJ: 8'ê Adarê wê bibe tolhildana serdemê

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da û bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi xwedîderketin û pêşengiya jinan wê 8'ê Adarê bibe tolhildana serdemê."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got, "Bihar; serhildan, berxwedan û ruhê jiyana azad e. Hemû jinên cîhanê 8'ê Adarê bi berxwedana Efrînê pêşwazî dikin."

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ'ê wiha ye:

"Roja 8'ê Adarê li hevrêyê jinan li Rêber APO, li jinên cîhanê, jinên Kurdistanê, Bakurê Sûriyeyê û şervanên di çeperên Berxwedana Serdemê de cih digrin pîroz dikin. Di şexsê berxwedêr û têkoşerên Efrînê de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin, soza bilindkirina tekoşînê careke din didin. Di şexsê şoreşgerên demê de; Amargî, Barîn, Avesta, Şayan û gelê berxwedêr ku heta dawî cih û warên xwe bernedan, dijî dagirkeriyê ruhê serdemê jiyan û di oxira parastina welat de gihîştin şahadetê bi bîr tînin û di şexsê kesayetên serhildêr ên demê de soza xwe ya serketin û tolhildanê dubare dikin.

Jin; di her dema dîrokê de bi ruhê serhildêr li hember desthildariyê û dagirkeriyê li ber xwe daye û ti carî rê nedaye tinebûna nirxê civakê. Ji dîroka mirovahiyê heta îro jin her tim ji bo parastina nirxên civakê di refên herî pêş ên serhildanê de cihê xwe girtiye, li hember hemû qirêjbûnên netewe-dewlet, di avakirina civaka wekhev û demokratîk de berdêlên pir mezin daye lê ti carî rastiya afirandinê ji bîr nekiriye, berevajî di parastina xweza, civak û mafên mirovî de rûxmê hemû nêzîkatiyên paşverû serî netewandiye. Jinên pêşeng ên ku di afirandina civakbûnê de rista herî diyarker leyîstiye bi destê tarî yê zîhniyeta serdest ve di nava dîroka mirovahiyê de hatine windakirin. Lê heqîqet ti carî nayên windakirin.

Bê guman sekna jina azad; ji Clara Zetkîn heta Roza Luxsemburg, ji sê xwişkên Mîrabell heta Zarîfe, Besê û Sarayan, ji Bêrîtan heta Zîlan û Gulanan, ji Nalîn û  Şervînan heta Delal û herî dawî Avesta, Barîn û Amargîyan bê navber berdewam dike. Ronahiya jiyana azad bi rihê pêşeng yê jinan re digihîje serkeftinê. Li hember hemû bêdengî û hevkariya dijmirovî ya hêzên navnetewî, tevahî jinên azadixwaz yên cîhanê bi rengê jinê 8'ê Adarê pêşwazî bikin, bi xwedî derketina berxwedana Efrînê re dewleta Tirk a dagirker têk bibin û pêşerojên azad diyarî gelên berxwedêr bikin.

Artêşa Tirk teknîkên herî pêşketî bi şêwazên herî hovane li hember gelên Efrînê bikar tînê, di encamê de zarok, jin, kal û pîr şehîd dikevin. Ev qirkirina ku li ser gelê me yê Efrînê tê kirin encama ittîfaqên qirêj ên dewletên dagirkere. Carekî din di şexsê gelê Efrînê de gelê Kurd bi îxanetekî mezin re rû bi rû ye, îro bêdengiya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ispata vê rastiyê ye. Li hemberî vê dagirkeriyê gelê me û mirovên alîgirê azadiyê bi ruhê hevgirtî yê gelan bi coşa biharê li ber xwe didin. Têkoşîna gelan a yekbûyî wê bihêle ku tifaqa qirêj a hêzên navdewletî têk biçe û dagirkeriya faşîst a Erdogan tine bibe. 8'ê Adara îsal bi yekbûna jinan di tevahiya cîhanê de bi rengê raperînên jinan wê werê pîroz kirin. Bi şîara; 'Berxwedana Serdemê bibe dawî kirina dagirkeriyê' ve hemû jin dadikevin qadan, li hember serdestiya zihniyeta netewe-dewlet bi rengê jin tekoşîna azadî û wekheviyê bilind bikin, pêşerojên azad diyarî civaka berxwedêr bikin. Xwedî derketin û peşengtiya jinan ya 8’ê Adarê wê bibe tolhildana serdemê.

Weke Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ji bo parastina nirxên şoreşa gelan û civaka demokratîk di avakirina Neteweya Demokratîk de xwedî ristekî mezin bûn. YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên hov û îro li hemberî dagirkeriya Tirk, li ser navê tevahiya jinan tekoşîneke bê hempa dimeşîne. Ev tekoşîn, berxwedan û berdêlên tê dayîn bûye perçeyeke ji mîrasa dîroka jinê. Em ê heta dawiyê xwedî li vê mîrasê derkevin û em soza berxwedan, tekoşîn, tolhildana serdemê di serî de ji bo hemû dayîkên afirîner, tevahî jinan, şehîdên xwe yên pêşeng û şoreşa gelan re didin. Wê sekna tekoşerên jin ên pêşeng bibe ronahiya rêya azad û di vê rêya pîroz de heta ku bigihîjin serkeftinê, berxwe bidin û bi rihê tolhildana serdemê re serbikevin.

Careke din roja 8'ê Adarê li hevrêyê jinan Rêber APO, li jinên cîhanê, jinên Kurdistanê, Bakûrê Sûrî û şervanên di çeperên berxwedana serdemê de cih digrin pîroz dikin û wan bi dilgermiya hestên jin silav dikin. Û dibêjin wê berxwedana jinan bibe temînata jiyana azad ya serdemê. Em bi boneya roja 8'ê Adarê bang li hemû jinên cîhanê dikin; 'Bibin xelek li derdora berxwedana serdemê'."