YJRK: Em ê têkoşîna qehremanên gulanê bilind bikin

YJRK: Em ê têkoşîna qehremanên gulanê bilind bikin

Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê YJRKê bi daxuyaniyeke nivîskî cangoriyên 9ê Gulanê ên girtîgeha Evîn û hemû têkoşerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîranîn. YJRKê ragihand ku ewê bi berxwedanek dijwar têkoşîna qehremanên meha geulanê bilind bikin.

Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê YJRK ku cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê yên di meha gulanê de bibîranîn, bal kişand ser êrişên dewleta Îranê yên bi mebesta bêdengkirina daxwazên rewa yên gelê kurd.

Daxuyanî weha dewam dike: "Desthilatdarên Îranê ji dirêjahiya dîrokê ve, her tim bi şêwazên herî nedemokratîk nêzîkî şoreşgerên Kurd bûn û têkoşîna azadiya gelê Kurd weke cihêxwazî û êrişek li hember hebûna Îranê bi navkirin. Rejîm dixwaze bi vî awayî rewatiyê ji êrişên xwe re çêbike. Ev siyaseta rejîma Îranê îro li dijî partiya me PJAKê jî di dewrê de ye û rejîm bi berdewamî hewl dide karta kurdan li hember dagirkerên din ên Kurdistanê bi kar bîne."

YJRK komkujiya 9ê Gulanê ku sala 2010ê li girtîgeha Evîn pêk hatî jî wekî yek ji xelekên dawî yên vê siyaseta dijminane ya rejîma Îranê li dijî kurdan binav dike û vê radigihîne:

"9ê Gulana 2010ê rêhevalên me û pêşengên gelê kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê li Zîndana Evîn hatin darvekirin. Vê hovîtiyê careke din rûyê bêrehm û xedar yê dewleta Îranê raxist ber çavan. Divê were bibîrxistin ku ev hovîtiya li hember hevalên me Şîrîn, Ferzad, Ferhad û Elî pêk hatî encama hevkariya qirêj ya di navbera dewleta tirk û rejîma Îranê de bû."

YJRKê her weha bal kişand ser êrişên din ku ji aliyê rejîma Îranê û dewleta tirk ve di meha Gulanê de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Urmiyê, Dalaho û deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê li dijî hêzên wan pêkhatine û têkoşêrn di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane jî bibîr anîn.

Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku êrişên dagirkerên Kurdistanê wê nikaribin têkoşîna wan qels û lawaz bikin û radigihîne ku ewê li ser esasê raman û felsefeya azadîxwaz a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hember hemû nêzîkatiyên êrişkar ên desthilatdaran bi biryardarî têbikoşin.