YJRK’ê bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê pîroz kir
YJRK’ê bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê pîroz kir
YJRK’ê bi daxuyaniyekê 4’ê Nîsanê pîroz kir
Yekitiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) der barê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û li hemû gelê kurd, jinan pîroz kir.
YJRK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku di serdemeke ku hemû mafên mirovahiyê ji dest haibûn girtin, di 4’ê Nîsana 1949’an de ji warê Pêxemberan dengê azadî û berxwedanê bilind bû. YJRK wiha got: “ Jina ku hatibû bêdengkirin û ji rastiya xwe ya pîroz hatibû dûrxistin bi vê zayîna mezin careke din çanda Îştar û Înanayan li Mezopotamyayê jîndar kirin û li şûna mirin û tariyê bi tîrêjên rojê biskên azadiyê hûnandin.”
YJRK’ê destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê di dîroka mirovahî, gelê kurd û taybet jî dîroka jinê de careke din zayîna demokrasî û jîndarkirina nirxên civakî û polîtîk yê gelan bû û got ev zayîn li jîngeha seretayî ya mirovahiyê berdewamî û ji nûve jîndarbûna berxwdana Hz. Musa,Hz. Mihemed, Zerdûşt û Piremetos û înana û Tiyamatan û gelan bû.”
Em wek YJRK’ê li hemberê vê ked û berxwdaniya bê hempa ya Rêber Apo ku em ji tinebûnê gihandin asta îrade û azadiyê sonda xwe ya bilindkirina tekoşîna azadiyê dûbare dikin û emê bi azweriyek herî mezin xwedî ji peyama Rêbertiya xwe ya demê derkevin.
YJRK’ê wiha got: “ Di çarçova bangavaziya Rêbertiya de a ji bo jinan ku pêşengê vê pêvajoya dîrokîne, em weke YJRK bang li hemû jinên ku jiyanek di nava aştî, azadî û wekheviya de dixwazin dikin ku bila têkoşîna xwe bilind bikin. Bila bi coş û kelecaneke mezin rojbûna Rêber Apo pîroz bikin. em careke din 4’ê nîsanê li hemû gelê kurd, jinên kurd û Mezopotamyayê pîroz dikin.