YJA Star: Em ê bi rengê Sara şer bikin û tola jinan hilînin!

YJA Star: Em ê bi rengê Sara şer bikin, têbikoşin û tola Sara, Nagîhan, Evîn û hemû jinan hilînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê de di şexsê fermandara me ya pêşeng a destpêkê Sara û hevrêyên pê re şehîd ketin Rojbîn û Ronahî, ji nirxên me yên mezin ên têkoşîna azadiyê hevala Evîn Goyî û hevrêyên pê re di 23'ê Kanûnê de li Parîsê şehîd ketin, bi rêz û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku hêviyên azadiyê yên hevrêyên xwe yên şehîd bi ser bixînin.

Tevgera me PKK ku ji gelê Kurd û rastiya jinê ya di nava tarîtiya sîstema bi serweriya mêr de hatiye hiştin bûye hêviya azadiyê, ne tenê ji bo jinên Kurd her wiha ji bo hemû jinên li jiyaneke azad digerin bûye navendeke berxwedanê ku têkoşîn lê tê mezinkirin. Ji ber vê yekê, Rêber Apo ku li navenda têkoşîna jiyana azad e, weke çavkaniya sûdwergirtinê û afirînerê dirûşma 'Serketin di şer de, azadî di jiyanê de' ji bo jinan hemûyan bû mîladek. Lewma ji destpêkê heta bi vê serdemê di her asta pêşketinê ya PKK'ê de jin bûne hêza pêşeng. Bêguman meşvana me ya destpêkê, fermandara me ya destpêkê ku baweriya xwe bi têkoşîna azadiyê anî, afirînera her gavên destpêkê yên ji bo azadiya jinê, hevala Sara ye. Şoreşa jinê bi şerê mezin ê jiyanê yê Sara mezin bû, bi berxwedana wê ya azadiyê bi hezaran fermandarên jin di nava artêşbûna me ya jinê de ji nava şerekî giran derbas bûn û ji gelên Rojhialta Navîn û tevahiya jinan re bûn çavkaniya sûdwergirtinê.

Bêguman ev asta ku têkoşîna me ya azadiya jinê û artêşbûna me ya jinê gihîştiyê, bi keda mezin a Rêber Apo û yek ji hevrêyên wî yên destpêkê bi keda hevrê Sara bi dest ketiye. Asta ku hevrê Sara di azadiyê de xwe gihandiyê, di têkoşîna me ya azadiya jinê de şênber bûye. Xeta partîbûnê ya ku Sarayan afirand, di şoreşa jinê ya Rojava de nîşan daye ku çawa divê mirov li ber xwe bide, gel çawa biparêze. Têkoşîna hevrê Sara, rastiya jinê ya azad bi têkoşîna gerîla re şênber kiriye. Performansa şer a xeta gerîlayên jin ên profesyonel ku li Zap, Metîna, Avaşîn û Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a faşîst gihîştiye asta encamgirtinê, nîşan dide ku Stratejiya Şerê Gel ê Demokratîk a bi Sarayan destpê kir û bi Bêrîtan, Zîlan û Evînan dewam kir, gihîştiye asta herî bilind. Xeta têkoşînê ya ku Sarayan afirand, berxwedana me ya gerîal ku li dijî êrîşên herî hovane yên faşîzmê dewam dike bû meşale ji berxwedana mirovahiyê re ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li tevahiya cîhanê belav bûye û her mezin dibe. Weke hêzên YJA Starê, em ê bi rengê Sara şer bikin, bi têkoşîneke bi rengê Sara tola Sarayan, Nagîhanan, Evînan û hemû jinan hilînin ku baweriya xwe bi qiblegeha me ya azadiyê bi Rêber Apo anîn.

Li dijî koletiya ku îro li tevahiya cîhanê li jinan tê ferzkirin, şerê bi rengê Sara bûye felsefeya jiyanê. Şoreşa azadiyê ya Kurdistanê ber bi şoreşa jinê ve diçe, dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' nîşan da ku koletiya li jinan tê ferzkirin bi rengê Sarabûnê tê parçekirin û kilîda azadiya civakê jî şoreşa jinê ye. Lewma li ku derê berxwedan ehbe li wir jin bûne hêza pêşeng. Berxwedana têkoşîna azadiyê ya jinê ya Kurdistanê bi Sara geş bû û îro bi hêza YJA Starê ya ku bi biryardariya hêza xweparastinê ya hemû jinan şer dikin, weke rêxistiniya parastinê ya azadiya jinê gerdûnî bû. Weke hêza parastina rewa ya azadiya jinê YJA Star, em bi biryar in ku mîrateya hevrê Sara bilind bikin û bigihînin jinan hemûyan.

Di vê demê de ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' me dest bi sala 2023'an kiriye, berxwedana jinê ya ku bi Sarayan li her devera Kursitanê destpê kir, di bin pêşengiya bi hezaran fermandarên pêşeng de yên mîna Evîn, Delal, Nalîn, Azê, Gulnaz, Avzem, Binevş û Jînda de, hêzeke xurt a çalakiyê afirandiye ku derbên giran li dijmin dixe, biryardariya ku di sedsala jinê de bi rengê jinê serketin bê misogerkirin, zêde kiriye. Di artêşbûna me ya jinê de ku 30 sal li pey xwe hiştiye, dost û dijmin her kesî dîtiye ku me mêtingerî, rêxistina faşîst-çete ya dewleta Tirk anîne ber têkçûnê. Hem li şerê tunelan hem jî li çeperên bexwedanê yên gerîla, hêzên me yên YJA Starê bi rengê Sara şer kirin, li dijî êrîşên hovane, li hemberî çekên kîmyewî û taktîk nukleer bi sekna hevrê Sara ya ku serî li ber dijmin netewand, bûn bersiv. Hînbûn û fêhmkirina rastiya Sara di heman demê de tê wateya fêhmkirina wê yekê ku dîroka me ya azadiya jinê bi berxwedaneke çawa hatiye afirandin. Fêhmkirina vê jî xwegihandina azadiyê ye. Lewma Sara hinceta me ya têkoşînê ye.

Rêxistina me ya ku bi hevrê Sara dest pê kirî, bi xwîn û jiyana Zîlanan, Bêrîtanan, Azîmeyan, Delalan, Dogayan, Bêrîvanan, Evînan, Sara û Rûkenan û gelek şehîdên jin derbên mezin li dijmin dixe û hêzeke çalakiyê derxiste holê. Weke hêzên YJA Starê li dijî hemû êrîşên hêzên komploger em ê bibin şopdarên Sarayan. Nirxên me yên bêhempa ku di serî de kabûsa sîstema zilam-serwer a faşîst e; Em îdiaya xwe ya tolhildana Sara-Rojbîn-Ronahî, Evîn Botan, Nagîhan Akarsel, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar û hemû jinên ku li hemberî dijmin têkoşîneke dijwar dane dubare dikin. Bi hesreta azadiyê ya ku me ji Sarayan, Evîn û Delal girtiye, em soz didin ku bi serketina têkoşîna jinan a li dijî desthilatdariya mêr a ku bi faşîzmê re derketiye lûtkeyê, civakek azad ava bikin."