YJA: Divê AKP peyamên qada Newrozê baş fêm bike
YJA: Divê AKP peyamên qada Newrozê baş fêm bike
YJA: Divê AKP peyamên qada Newrozê baş fêm bike
Koordînasyona YJA’yê peyamek weşand û balkişand ser girîngiya Newroza 2013’an û diyar kir ku divê hikûmeta AKP’ê peyamên li qadên Newrozê tê dayîn rast fêm bike û li dijî îradeya gelê kurd rêzê nîşan bide.
Koordînasyona YJA’yê bi wesîleya Newrozê peyamek weşand. YJA’yê wiha got: “Em Newroza ku hişmendî û evîna meya azadiyê bilind dike pîroz dikin. Em Newroza Rêber Apo, pîroz dikin û bi coş û baweriya Newrozê wî silav dikin. Em di şexsên şehîdên xwe de Kawayê Devdem Mazlum Dogan û Sema Yuce bi rêz bi bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Em soza xwe ya dê Newrozê bibin serkeftinê dubare dikin. Em cejna cejînê ya Newrozê di serî de li gelê kurd û hemû gelê Rojhilata navîn pîroz dikin. Newroz sembola berxwedan û hebûnê ye.”
YJA’yê bal kişand ser girîngiya Newroza 2013’an û piştigrî da pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirinê û wiha got: “Em bang li hikûmeta AKP’ê dikin ku divê peyama li qadên Newrozê tên dayîn rast fêm bikin û divê li dijî îradeya gelê kurd bi rêz be.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Têkoşîna me di qonaxeke nû de ye û bi rêgeza azadiya civakî û perspektîfa rizgariya demokrastîk re bûye yek. Gelê kurd dê careke din li dora Rêber Apo bibe xelek û bi pêşengiya wî berê xwe daye azadiyê. Ev sekn sekna biharê ye, sekna rizgariyê ye, îradeya çareseriya raste, sekna Newrozê ye. Rastiya vê demê eve ku divê em vê seknê mezin bikin û xeta Rêber Apo de di esasa netewa demokratîk de yekitiya gelan înşa bikin. Di serî de AKP û hemû hêz divê vê rastiyê fêm bikin. Divê li dijî sekna gel rêzdar bibe. Sekna Newrozê îradeya azadiyê ye. Sekna Rojhilata Navîne, hêz û biryara serkeftinê ye. em wek YJA vê silav dikin. “
YJA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Di serî de jinên kurd û hemû gelê kurd divê agirê Newrozê bilind bikine û ji bo azadiya Rêber Apo divê em têkoşînê bibin serketinê. Sala 2013’an sala bihara gelan e. Bi vê bawerî û biryarê bi divê em bi pêşengiya Sara, Rojbîn û Ronahiyan îradeya xwe derbixin holê û em agirê azadî û rizgariyê pêxistin. Em careke din Newroza hemû dostên xwe pîroz dikin û slav dikin. Ev bihar bihara azadiyê ye, dîrok dema azadiyê ye.”