YJA: Di 8’ê Adarê de çalakiyên bi heybet hatin li darxistin

YJA: Di 8’ê Adarê de çalakiyên bi heybet hatin li darxistin

Koordînasyona Yekîtiya Jinên Azad (YJA) bi daxuyaniyeke nivîskî pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê silav kir. YJA diyar kir ku, jinên Kurd ku di 8’ê Adarê de berxwedan û çalakiyên bi heybet li darxistin, dê vê coşa xwe di çalakî û pîrozbahiyên Newrozê  de jî bi domînin.

YJA anî ziman ku pêvajoya Hemleya Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk ku ji aliyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, dê di demû qadan de bi seknekî rêxistin kirî ber bi serkeftinê ve bibe. YJA da zanîn ku, şîara ‘Rêya wê rêye me ye, soza we soza me’ ji 1’ê Adarê heya 8’ê Aderê reng û wateyeke mezin da berxweda têkoşîna azadiyê jinên û wiha got: “Em pîrozbahî û çalakiyên 8’ê Adarê ku li Ewropa, Rojhilata navîn û Kurdistanê ji bo bîranîn Sara, Rojbîn û Leyla hatin kirin silav dikin. Ji Latîn Emerîka bigire, heya Dêrsim, Hindistan, Misir, Stenbol, Bangladeş, Parîs, Qamişlo, Sîne, Rusya û Ermenistan jinan bi awayekê mezin 8’ê Adarê pîrozkirin. Her dengek xwedî rengekê bû. Jinan di 8’ê Adarê de da nîşandan ku jin hêzeke herî bi rêxistin kirî û xwedî vîneke hesap pirsînê ye.”   

YJA bi lêv kir ku, dildariya azadiya mezin a di mejî û dilê jinên Kurd bûye weke destanekê, bûye mîrasê azadiya 35 salan û wiha domand: “Li ser esasê xeta berxwedana mezin a rêhevala Sara, li hemberî komplogeran, faşîstan, hişmendiya zayendîperest û pergalê li Parîsê bû ye qada berxwedanê. Çawa ku jinên kurd li her çar parçayên Kurdisatanê çalakiyên mezin li darxistin, dê di heman demê de vê salê bike sala hevdîtina bi Rêber Apo re.”         

YJA dest nîşan kir ku çawa ku jinên kurd i 8’ê Adarê de berxwedaneke bi heybet nîşan da, dê di 21’ê Adarê de jî vê berxwedana xwe bi domîne û wiha bi dawî kir:  “Jinên kurd çawa ku rola wan a jiyanê heye, ewqas jî rola xwe ya dîrokî û berpersiyartiya xwe jî heye û dê jin bi vê hişmendî û berpirsiyartiyê tevbigere. Bi vê boneyê me bang li hemû jin, sazî û dezgehên jinên ku ji bo azadiyê têkoşîn didin û li berxwe didin ku ji bo pêvajoya aştiyê têkoşîneke hevpar û bi hevreyî pêşbixin.”