Yekitiya Starê bernameyê 4’ê Nîsanê ya Rojava aşkere kir
Yekitiya Starê bernameyê 4’ê Nîsanê ya Rojava aşkere kir
Yekitiya Starê bernameyê 4’ê Nîsanê ya Rojava aşkere kir
Rêxistina Jinên Rojava Yekîtiya Star bernameya pîrozbahiyên roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 4’ê Nîsanê aşkere kir. Bernameya Yekîtiya Star, wê bi çandiniya daran, semîner, pêşengeh û şahiyan ji 30’ê Adarê destpêbike û 4’ê Nîsanê bi dawî bibe.
Yekîtiya Star wê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gelek çalakiyên cûda li Bajarên Qamişlo, Dêrik, Hesekê, Amûdê, Dirbêsiyê, Girkê Legê û Tirbespiyê lidarbixe. Yekîtiya Star bernameya xwe wiha eşkere kir:
QAMIŞLO
Di 30’ê Adarê de saet di 08.00’an de wê kolanên bajêr bên paqijkirin. Di 31’ê Adarê de saet di 12.00’an de 3 semîner li ser rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah ocalan, li parka Hitîn a Taxa Xerbî, Gundê Hîmo û meydana Postê ya Taxa Rojhilat wê bêndayîn.
Di 2’ê Nîsanê de saet di 14.30’an de şahiyek li Medînet Elşebab wê were lidarxistin. Di şahiyê de wê sînevîzyon were pêşkêşkirin û pêşengehek ji pirtukên Ocalan dê were vekirin.
Di 4’ê Nîsanê de saet di 08.00’an de wê li gundên Hîmo, Çerxeriya Qermotê, Taxa Kornîş û Taxa Enteriyê dê dar werin çandin. Her wiha li Meydana Dibistana Şehîd Eysel saet di 14’an de şahiyek dê were lidarxistin.
AMÛDÊ
Li Amûdê di 2’ê Nîsanê de li Navenda Hişmendî û Perwerdeya Jinê wê dest bi paqijkirina kolanên bajêr bikin.
Di 3’ê Nîsanê de saet di 15.00’an de semînerek li ser rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li navenda Hûrî ya Çand û Hunerê dê were lidarxistin. Her wiha di navendê de wê pêşengehek ji pirtukên Ocalan were vekirin.
Di 4’ê Nîsanê de saet di 15.00’an de li Navenda Ciwanên Şoreşger a bajêr dê şahiyek were lidarxistin. Piştî şahiyê dê li Goristana Şehîdan dar werin çandin.
TIRBESPIYÊ
Di 4’ê Nîsanê de wê dar li bajêr werin çandin û saet di 12.00’an şahiyek tê lidar xistin. Her wiha li gundên Meşûq û Sinceq jî di parka Rêber de dar dê werin çandin.
HESEKÊ
Di 3’ê Nîsanê de wê meclîsên taxan daran biçînin. Her wiha di 4’ê Nîsanê de wê dar li bajêr werin çandin û wê şahî were lidarxistin.
GIRKÊ LEGÊ
Di 1 û 2’ê Nîsanê de li parkên Rimêlan û Girkê Legê dê dar werin Çandin û di 3’ê Nîsanê de li Navçeya Çilaxa saet di 10.30’an de wê navenda jinê were vekirin.
Di 4’ê Nîsanê de wê li Gundê Qereçox şahî were lidarxistin û li bajêr şekir wê bê belavkirin.
DIRBESIYÊ
Di 3’ê Nîsanê de saet di 17.00’an de dê li navenda jinê şahî were lidarxistin û di 4’ê Nîsanê de li Parka Rêber Apo wê dar bên çandin, her wiha şahî dê wer lidarxistin.
DÊRIK
Di 2’ê Nîsanê de wê kolanên bajêr werin paqijkirin û saet di 17.00’an de wê şahî were lidarxistin. Di 3’ê Nîsanê de li parka Rêber Apo wê dar bên çandin, her wiha li navenda Dicle ya Çand û Hunerê saet di 14.00’an de wê şahî were lidarxistin.