'Xwerêxistinkirin rêgeza bingehîn a xweparastinê ye'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim bal kişand ser xwerêxistiniya gel a li nava stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim tevlî bernameya 'Xwebûn' a Jin TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal. Nirxandina Ayten Dersim bi vî rengî ye:

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çima pêwîstî bi stratejiyeke bi vî rengî dît û stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî afirand?

Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de gelek stratejî weke alternatîfa dewletê afirand. Têkoşîna gerîla şer û pêvajoyeke demdirêj a têkoşînê ye. Piştî guhertina paradîgmayê Rêber Apo got, "Li çar parçeyên Kurdistanê divê gelê me bi taybetî jî jin xeta xweparastinê ji xwe re bike esas." Bi guherîna giştî ya paradîgmayî re di rêbaza şer de jî nûbûn û guhertinên stratejîk ketin rojevê. Şerê Gel ê Şoreşgerî di encama vê lêgerînê de û di encama têkoşîna şoreşgerî ya dehan salan kete rojevê.

DEWLET DIJMINÊ GELAN E

Di pêvajoya şer û têkoşînê de, di hevdîtinên bi dewletê re me weke tevger gelek caran agirbest ragihand. Ev agirbestên me yên yekalî bûn. Di hevdîtinên bi dewletê re rê û rêbazên çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên jinê, di heman demê de di parêznameyên xwe de û hevdîtinên têkildarî agirbestan de Rêbertî timî anî ziman. Di têkoşîna çareseriya pirsgirêka Kurd de têkoşîneke xurt a demdirêj hate meşandin. Parêzvanên dewletê û yên demokrasiyê weke sîstem xwe dewam dikir. Weke tevgera azadiyê, bi qasî ku me demokrasî bi cih anî wê bandora dewletê jî kêm bibe. Dewlet demeke dirêj dikare sîstema xwe dewam bike. Dîroka dewletê ji Sumeran û vir ve xwe dewam dike. Rêber Apo di parêznameyên xwe de bi giranî destnîşan dike ku dewlet dijminê gelan e. Dewlet ji bo afirandina çareseriyê ya gelan gavê neavêje. Di pêşvebirina têkoşîna demokrasî û azadiyê de weke tevgera azadiyê em wezîfeyên dikevin ser milê xwe bi cih tînin. Bi agirbestan, di hevdîtinên bi dewletê re me dît ku dewlet çareseriyê neafirîne. Weke tevgera azadiyê, bi baweriya ji xwe, di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de li ser bingeha pêşvebirina xweparastinê, bi fermana Rêber Apo me hêzên xwe yên gerîla yên li bakur vekişand. Ev vekişîn gaveke stratejîk bû. Ya ku dewlet dixwaze li dijî Kurdan bike hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê leşkerî ve qirkirin û înkar e.

EM Ê SÎSTEMA KONFEDERAL A DEMOKRATÎK LI SER XETA XWEPARASTINÊ PÊŞ BIXIN

Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de gelek stratejîk weke alternatîfa dewletê afirand. Em ê sîstema konfederal a demokratîk li ser xeta xweparastinê pêk bînin. Li Rojava 2011-2012, li qada Bakur 2015, li Şengal û Mexmûrê projeya rêbertî gav bi gav kete meriyetê. Dewlet hebe jî em sîstema xwe ava dikin. Avakirina sîstema xwe tenê bi ragihandinê nabe. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistinî, avakirina sîstema parastinê û jinûve avakirina hemû aliyan li her qadê heye. Di pêvajoya şerê 50 salî de şerekî giran ê azadiyê hate meşandin. Li hemberî vê yekê êrîşên înkar û tunekirinê yên dewletê dewam dikin. Di encama stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de danhevî û tecrûbeyeke têkoşînê heye.

PÊWÎSTE GELÊ ME LI SER BINGEHA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ XWE BI RÊXISTIN BIKE

Me destpêkê şerê gerîla di nava gel de dan destpêkirin. Şerê destpêkê li bajêr li dijî ajan û sîxuran hate kirin. Bi 15'ê Tebaxê re têkoşîna gerîla destpê kir. ARGK destpêkê li çiyê ava bû. Gerîla zarokên gelê Kurd e. Gel jî bi gerîla re ye. Ev rêxistinî di nava hev de ye. Gel bê gerîla, gerîla jî bê gel nabe. Di operasyonên dewleta Tirk hemûyan de digot, wê deryayê ziwa bike û masiyan bêav bihêle. Gel li dora gerîla li hev civiya. Gerîla zarokên vî gelî ne. Sala 2015'an di ragihandina rêveberiya xweser de di serhildanên Cizîr, Nisêbîn û Amedê de gel bi xwe tevlî vî şerî bû. Di van serildanan de bi hezaran jin, kal û pîr hatin qetilkirin. Gel êdî ji dewleta Tirk bawer nedikir. Ji ber vê jî divê gel rêveberiya xwe ava bike. Me şer îlan nekir. Me got ku em dixwazin bi avakirina rêveberiya xwe, xwe bi rê ve bibin. Gel di vê çarçoveyê de xwe bi rêxistin kir. Dewleta Tirk êrîşî gel kir. Di siyaseta Rojhilata Navîn de guhertin çêbûn. Li ser van guhertinan şerê psîkolojîk tê meşandin. Dewleta Tirk û dewletên cîhanê dibêjin ‘PKK’ê û gerîla terorîst in û ji bo em wan tune bikin siyasetê dikin’. Destavêtin, tacîz û qetlîamên jinan di asteke pir bilind de di civakê de tên kirin. Şer êdî tenê li hemberî gerîla nayê meşandin. Şer li hemberî hemû civakê û li hemberî gerîla tê meşandin. Divê em hemû stratejiyên dewletê bi stratejî û perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî vala derbixin û xwe bi rêxistin bikin. Dirûşma giştî ya gel ew e ku divê gerîla were me rizgar bike. Ev dirûşme cihê xwe nagire. Bajar, tax girêdayî wê civakê ye. Dewlet her tim êrîş dike, wê demê divê civak li hemberî van êrîşan xwe biparêze.

CIVAK DIBE RÊBAZA XWE ÎFADEKIRINA XWEZAYÊ

Dema ku Rêber Apo xweparastinê anî ziman, qala teoriya Gul kir. Diyar kir ku çawa gulek bi stiriyan xwe, xwe diparêze, divê hemû jîndar jî xwe biparêzin, ev mafekî xwezayî ye. Xweza bi xwe zindî ye û her tim reflekseke xwezayê heye. Di gerdûn û xwezayê de civak xwedî hiş, refleks û ziman e. Lê zindiyên din kom bi kom dijîn. Em nikarin ji van zindiyan an jî van mexlûqan re bibêjin civak. Em dikarin jê re bibêjin civaka gul û daran. Civak hebûneke xwezayî ye. Civak bi rêxistinbûn, pirbûn, rêxistinkirina jiyan, çand û ziman dibe civak. Civak dibe rêbaza xwe îfadekirina xwezayê.

BI ARGUMANÊN ŞERÊ TAYBET RE ASÎMÎLASYONA SPÎ PÊŞ XISTIN

Dewleta faşîst a AKP-MHP’ê her roj êrîşî gelê Kurd dike. Lê di heman demê de dibêjin pirsgirêka me ne bi gelê Kurd re, bi PKK’ê re ye, yanî bi terorîstan re ye. Terorîst ji kî re dibêjin, helbet ji zarokên vî gelî re. Ev êrîş bi sedsalan e didome. Civak bi zext û îstîsmarê tepisandin, lê piştre derbasî pêvajoya asîmîle kirinê bûn. Ev yek mirovan anî rewşek ku xwe înkar bikin. Li ser vê bingehê asîmîlasyona spî pêş xistin. Bi giştî êrîşî Rojava, Şengal û Mexmûrê dikin. Dibêje tu pirsgirêka min bi gelê Kurd, Êzidiyan re nîne. Her roj êrîşên dagirkeriyê li ser Başurê Kurdistanê pêk tîne, lê dibêje ez îradeya hikûmeta herêmê nas dikim. Li her derê heman êrîşê pêş dixe, êrîş li ser civakê pêk tîne. Divê em vê argumana şerê taybet ji holê rakin. Bi argumanên şerê taybet re rê li ber gel tê girtin ku xwe, dîrok û çanda xwe nas bike.

STRATEJIYA ŞERÊ TAYBET BINGEHA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST AVA DIKE

Dewleta Tirk di karakterê xwe de xwedî avahiyeke kûr û qirêj e. Ji bo serketinê xwe dispêrin şerê taybet. Gerîla yê vê civakê ye. Di serî de PKK’ê çima derket holê? Gerîla çawa bû gerîla? Ger nasnameya gelê Kurd bihata naskirin û nehata înkarkirin PKK’ê wê derneketiba holê û pêwîstî bi PKK’ê nedima. Ya duyemîn, civak li ku û kengê divê xwe biparêze? Divê di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de gel xwe bi rêxistin bike û xwe biparêze. Şoreşgerî tenê bi derketina ser çiyê û kadrobûnê re sînordar nîne. Çanda şoreşgerî di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de xwe perwerdekirin û pêşketinê ye. Li ser esasê xeta neteweya demokratîk û xeta xweparastinê xwe ji nû ve birêxistinkirin pêk tê. Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ne weke xweparastinê ye. Her çiqas her du bi hev ve girêdayî bin jî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî demdirêj e. Têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk ne tenê êrîşên leşkerî ye. Dixwazin rastiya civakê ya li ser bingeha nirxên me hatine afirandin, civaka exlaqî û polîtîk a di çarçoveya felsefeya azadiyê de di wateya sosyolojîk de hatiye afirandin, ji hev bixin. Civak dixwaze xwe bi ziman, çand, exlaq û polîtîka, demokrasiyê ava bike.

CIVAKA KURD DIKARE ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKE

Dibêjin rejîma faşîst a AKP-MHP’ê wê sosyolojiya Kurdan biguherîne. Ew jî dizanin ku PKK’ê û Gerîla sosyolojiya kurdan guhertiye. Kurd êdî ne kurdê berê ne. Gel dibêje ku êdî em ne mecbûr in her tiştê ku dewletê dibêje bikin. Civaka kurd êdî xwe nas dike. Berê zanîn, ezmûn û rêxistinbûna kurdan bi vî awayî pêş neketibû. Berxwedana Kurdan her tim hatiye pûçkirin. PKK’ê ketiye sala xwe ya 50’emîn. Di vê heyama 50 salî de, di civakê de guhertinên cidî çêbûn. Rêber Apo got “Eger mirovek di civakê de xwe negihîne zanîna dîrokî û çandî, ew civak nezan e.” Mirovek nezan çawa ye? Mirov dikare bi hêsanî wî bixapîne û birêve bibe. Civaka kurd hafizeya xwe ya dîrokî nas dike. Di dîrokê de çi qewimî, çi winda bû. Ew dizane ku îro çi hewce ye. Civaka Kurd bi pêşxistina hişmendiya xwe ya dîrokî dikare çarenûsa xwe diyar bike.

DIVÊ TEQEZ HER KES XWE LI GORÎ ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BI RÊXISTIN BIKE

Di stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de gerîla li her derê ye. Gerîla di nava civakê de ye. Gerîla civak bi xwe ye. Di anketên giştî de rojane bi dehan jin tên qetilkirin. Kî dê van jinan biparêze? Helbet wê gerîla û civak wê biparêze. Dewlet çanda Ereb, Faris û Tirkan esas digirin û ferz dikin. Dîrok, ziman û çanda kurdî nasnake. Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî jî li ser vî esasî girîng e. Divê hemû civak di nava stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de cih bigire. Pêwîst e her kes li gorî şerê gel ê şoreşger xwe bi rêxistin bike. Jin jî di nava vî şerî de cih digirin. Jin damezrîner û bingeha civakê ye, ango dayîka civakê ye. Bi tevlîbûna jinê ya gerîla bandoreke çawa li ser gel kir?Di çalakiya jinê ya yekem de bandorek çawa kir? Bandora wê li ser civakê jî heye. Jin li ku dibin bila bibin divê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, li dijî dewletên Sûriye, Iraq û Îranê xwe bi rêxistin bikin. Hêviya her tiştî ji gerîla ne rast e. Rojava û Şengal di çarçoveya xweparastinê de, xwe bi rêxistin kiriye. Xwerêxistinkirin jî prensîba bingehîn a xweparastinê ye. Her civak ji cihê ku lê dijî berpirsiyar e. Divê xwe ji her mal û her taxekê berpirsyar bibîne. Seknekî exlaqî wê civakê îfade dike. Exlaq çi ye? Exlaq ew e ku mirov xwe li gorî pîvanên rast zindî bihêle. Her civak bi exlaq û siyaseta xwe heye. Civaka bê exlaq û siyaset civakek mirî ye.
Rêber Apo digot ‘Hun çiqas civakekê birêxistin bikin, ew civak ewqas aîdê we dibe.’

Rêber Apo got, ‘ne mîna berê tê jiyîn, ne jî mîna berê şer tê kirin’. Hûn derbarê vê mijarê çi difikirin? 

Di her parçeyekî de pêşketin çêdibin. Pêşketinên li Rojava cuda ne, pêşkertinên li Bakur cuda ne. Dema şerê gel ê şoreşgerî tê gotin, nabe ku li her derê heman taktîk were meşandin. Rêxistinkirina gerîla jî li her eyaletê cuda de, têkildarî vê yekê qalibek ne mijara gotinê ye. Ji bo gerîla jiyana xwe bide meşandin, rêk û pêkî û disîplîn divê hebe. Di nava civakê reng hemû hene, lewma divê mirov hê cudatir nêz bibe. Me Şoreşa Rojava pêş xist. Civak xwe li gorî şer rêxistin dike û xwe ji nû ve ava dike. Piştî sala 2015’an civakê li qada Bakur gav avêt. Dewleta Tirk bi sedan mirovên me şehîd kirin. Bi hezaran mirovên me jî avêtin zîndanan. Li Bakur her tim rewşek bê hempa mijara gotinê ye, lê tevî vê yekê jî gelê me her tim li ser piyan e. Wateya çalakî, daxuyaniyên wan ên çapemeniyê û meşên wan hemûyan ew e ku li dora gerîla xelekê çêdikin û li gel gerîla cihê xwe digirin. Ev çalakî di asta ku tê xwestin de nebin jî, dewleta Tirk gelek zext û êşkenceyê li dijî gel dike. Dewleta Tirk her tim êrîşê Kurdan kir, em jî li hemberî van êrîşan bê bersiv neman û me bersiv da. Em çiqasî jî diyar bikin ku em li hemberî pêvajoyê têdikoşin, ev yek her tim netêrker dimîne. Me ti carî xwe têrker nedîtiye. Eger em xwe têrker bibînin, em ê xwe bê çalakî bibînin û ev ne rast e. Hingî ku civak hebe têkoşînê wê pir alî dewam bike. Me berê piştî şoreşê nirxandibû. Lê ji ber ku şoreş di kêliyê de tê jiyîn, her roja me şoreş e. Divê mirov civakê bîne astek wisan ku her roj bibe roja têkoşînê. Eger em civakek azad ava bikin yan jî cewherê civakê ava bikin, wê pêwîstî bi têgehên azadî û demokrasiyê nebe. Ji ber ku mîna di civaka xwezayî de wê bikare bi rengekî azad û demokratîk jiyana xwe bidomîne. Li Rojhilata Navîn weke gelê Kurd em ji bo ewlehiya xwe divê têkoşîna xwe bidomînin. Di êrîşa Efrînê de gelê me 56 rojan li ber xwe da û şer kir, ev yek ji bo me bingehê berxwedanê ye. Rêber Apo dibêje, tu çiqasî civakekê rêxistin bikî ew civak ewqas ayîdê te ye. Divê mirov rasterast nêzî civakê nebe. Divê em bi gotina ‘civak ji xwe me nas dike me fêm dike’ xebatên xwe yên rêxistinbûnê lewaz nekin. Civak 5000 salan rû bi rûyê mêtingerî û di bin zextê de maye. Civak hemû di bin bandorên modernîteya kapîtalîst de mane û bandor bûne. Zihnê modernîteya kapîtalîst bi bikaranîna çand û teknîkê civak kirine bin bandora xwe. 

CIVAK BI DÎROKA XWE CIVAK IN 

Divê 9 aliyên neteweya demokratîk, li ser bingehê pêwîstiyên civakê bê pêkanîn. Quralek nîn e ku divê di her civakê de bi heman rengê bê pêkanîn. Rêbertî ji bo Konfederalîzma Demokratîk digot ku dibe ku ji bo îro pêwîstiyan bi rengekî tam pêşwazî neke. Lê di pêvajoya li pêş me de, dibe ku ev yek bê guhertin. Em ne endezyarên civakê ne. Têkoşîn yan jî şoreş di çarçoveyek hatî diyarkirin de, nayê meşandin. Dema tu li ser formulan nêz bibî, ew civak te nas nake. Rêber Apo digot, civak bi dîroka xwe civak in. Civak nayên tunekirin. Civak zindî ne û tên guhertin. Lewma divê endezyariya civakê neyê kirin. 

DIVÊ ALÎ HEMÛ LI SER BINGEHÊ PÊWÎSTIYÊN CIVAKÊ XWE RÊXISTIN BIKIN 

Hemû aliyên ku Rêbertî diyar kirî, divê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de xwe rêxistin bikin. Mînak aliyê aboriyê, ji bo civakê gelek girîng e û aliyê aboriyê ya ku di şerê gel ê şoreşgerî bê pêşxistin jî gelek girîng e. Hem giştî û hem jî aboriya jinê, di çarçoveya têgihiştina aboriya kolektîf de divê bên rêxistinkirin. Aborî ji bo civak jiyana xwe bi rê ve bibe derbasdar e. Aboriya kolektîf ew e ku civak bi xwe aboriya xwe diyar bike û bide meşandin. Mînak divê xak bi rengekî komunal bê kolandin û berhemên wê bi rengekî komunal bên belavkirin. Aboriya ku bi hezaran salan e tê pêşxistin, di bin kontrola desthilatdarî û tekelê de ye. Dewlet bi keda gelan mêtingeh dike û aboriya xwe pêş dixe. Civak bi vî rengî birçî tên hiştin û muhtacî dewletê tên kirin. Dewlet bi ti rengî ti tiştê nade civakan. Dewlet zumreyek biçûk îfade dike. Ev zumre zext, mêtingerî û desthilatdariyê pêş dixe. Bi mêtingehkirina civakan xwe dide jiyîn. Em neçar in ku aboriya komunal bikin di bin xizmeta gel de. Ev tiştek ku a niha bê kirin. Ev yek bi têkoşîn û hewldanek mezin dikare bê pêkanîn. Divê em dîplomasiya civakê pêş bixin. Eger dîplomasiya ku bê pêşxistin nebe lingê gel, ev dîplomasî wê bibe dîplomasiya dewletê. Bi esasgirtina pêwîstî û dîtinên gel, dîplomasî dikare bê pêşxistin. Parastina cewherî dem dirêj e, ew e ku di nava civakê de civak xwe li dijî her cûre êrîş û rêbazê rêxistin bike. Divê civak hemû xwe li ser bingehê xeta parastina cewherî rêxistin bike. Her alî divê civakê bi xwe îfade bike. Texrîbatên ku dewletê di mejiyê civakê de afirandî, îro jî tên jiyîn. Civak negihiştine aliyek wisan ku li ser bingehê exlaqî û polîtîk bifikirin û xwe rêxistin bikin. Edalet divê li ser bingehê edaleta civakî be. Li Rojava di dadgehên me hemû de, civak bi xwe biryar digire û ya rast ev e. Di rêveberiya xweser de li ser bingehê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bi konfederalîzma demokratîk xwe rêxistin dike. Rêxistinkirina aliyan hemûyan, bi hev ve girêdayî ye. Gel li dijî êrîşan hemûyan xwe bi stratejiya şerê gel ê şoreşgerî rêxistin dike û xurt dike. Ji ber ku ev bingeh pêwîstiyek e. 

Gerîla di nava sîstema konfederala demokratîk a kadro de cihê xwe digire û gerîla hêza pêşeng e. Kadro di wateya zihnî, felsefîk, rêxistinî û dîrokî de tê perwerdekirin. Gerîla bêyî perwerde nikare bimeşe. Aliyê perwerdeyê ji bo pêşxistina şerê gel ê şoreşgerî rolek girîng dilîze. Divê civak bên perwerdekirin. Divê li dora her aliyekê perwerde hebin. Divê perwerdeyên aliyan li gorî her qadê bê meşandin. Divê em pirsa ‘em dixwazin bibin civakek çawa?’ ji xwe bikin. 

DEWLETÊ ÎRADEYA CIVAKAN DIZÎ YE Û BÊYÎ ÎRADE HIŞTIYE 

Divê em welatê xwe hem li hemberî êrîşên hundir û hem jî ji derve çawa biparêzin? Civak encex bi îradeya xwe dikare bibe civak. Dewletê îradeya civakan dizî ye û bêyî îrade hiştiye. Civak di wateya dîrokî, felsefî û çandî de dikare xwe di sîstema konfederala demokratîk de îfade bike? Civak divê sîstemên xwe yên demokratîk biafirînin. Ji kî/ê ji bo pêşxistina demokrasiyê li pêşiya gel bibe asteng, divê bê derbaskirin. Li Rojava YPG-YPJ û QSD heye. Civak hemû divê di vê xebatê de cihê xwe bigire. Civak bi xwe ger di nava şerê gel ê şoreşgerî de cihê xwe negire, ev yek dibe xwe xapandin. Berpirsyarî ya civakê hemûyê ye. Divê em li dora YPG-YPJ’ê kom bibin û wezîfeyên ku dikevin ser milê me bînin cih. Mînak anîna cepxaneyê, girtina nobetan, çêkirina xwarin, weke giştî alîkarî dayîn, anîna birîndaran, rakirina şehîdan û agahdarkirina gel, evane hemû wezîfe ne. Bi pêkanîna van wezîfeyan, di rastiyê de em di nava şerê gel ê şoreşgerî de bi rengekî çalak cihê xwe digirin. 

‘NE MÎNA BERÊ ŞER TÊ KIRIN, NE JÎ MÎNA BERÊ TÊ JIYÎN’ 

Rêber Apo got, ‘xwe ne xapînin em di demek kurt de nikarin ewlehiya Kurdistanê pêk bînin’. Şerê cîhanê yê 3’emîn diqewime. Civakan hemûyan şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn dîtin. Îro jî em şerê cîhanê yê 3’emîn dijîn û weke kesayet şerekê ku ji yên din cuda ye. Ev şerane weke kesayek hem di nava hev de ne û hem jî dijberê hev in. Hem civakan hemûyan parçe dikin û zextê dikin, hem jî bi navê civakan diaxivin. Rêber Apo got, ‘Em deran hemûyan nagirin. Kîjan der vekirî be û derfet hebe em ê bikarin di vî derî de derbas bibin. Derî civak bi xwe ye’. Weke civak têkildarî jiyana xwe biryargirtin, di wateya îradeyî de xwe dayîna qebûlkirin bingehên şerê gel ê şoreşgerî ava dike. Dewlet di nava civakê de dixwazin civakê bi xwe qirêj bikin. Civak di nava xwe de, mînak li gundekî eger mirovek hewl bide wê civakê xirab û qirêj bike, eger çêkerek rêxistinkirî hebe wê li dijî vê bisekine û pêşî lê bigire. Îro divê her kes li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî jiyana xwe rêxistin bike û bijî. Mîna ku Rêber Apo diyar kirî, ‘ne mîna berê şer tê kirin, ne jî mîna berê tê jiyîn’. 

DI ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ DE ROLÊ CIWANAN ÇÎ YE? 

Jinên ciwan hêzên pêşeng ên tevgera azadiyê ne. Di her wateyê de xwedî înîsiyatîf, çalak, fedakar, kedkar û zindî ne. Dewlet hemû dixwazin ciwanan bi kar bînin. Em weke tevgera azadiyê em dixwazin çi bikin. Em dibêjin ku pêşengên vê civakê ciwan in. Weke tevgera PKK’ê me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî biqedînin. Ciwan divê timî bi xwenûkirinê tevlî têkoşînê bibe. Di vê astê de jinên ciwan divê li dijî faşîzmê û sîstema şerê taybet xwe rêxistin bikin. Bi berpirsyariyên xwe, zane bibin û tevlî bibin. Jinên ciwan divê di nava stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de bi rengekî çalaktir tevlîbûnê raber bikin. Tevgera azadiyê weke gerîla û gel divê di hemû qadan de, xwe di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî de rêxistin bike. Em bawer dikin ku yên ku herî xurt tevlî vê pêvajoyê bibin û bersiv bidin, ciwan in.