Xozat: Divê Dêrsim li kevneşopiya xwe ya berxwedêr xwedî derbikeve
Xozat: Divê Dêrsim li kevneşopiya xwe ya berxwedêr xwedî derbikeve
Xozat: Divê Dêrsim li kevneşopiya xwe ya berxwedêr xwedî derbikeve
Endama Koordînasyona Koma Jinan a Bilind KJB Bese Hozat komkujiya Dêrsimê nirxand û bibîr xist ku biryara komkujiya Dêrsimê ji aliyê CHP'e ve bi plan hatiye girtin. Xozat ji Dêrsimiyan xwest ku xwedî li kevneşopiya berxwedêr a Dêrsimê berbikevin.
Xozat got: “"Komkujiya Dêrsim di çarçoveya planeke de hate pêşxistin. Bi polîtîkayeke sîstematîk xwestin nasnameya Kurd ji holê rakin. Bi biryara 4'ê Gulana 1937'an konsepta înkar û tinekirinê xistin pratîkê."
Hozat komkujiya Dêrsim weke berdewama komkujiyên Zîlan û Şex Saîd nirxand û qenûnên taybet ên ji bo Dêrsimê bi bîr xistin û wiha dewam kir:
"Di vê komkujiyê de tecawizê jinan kirin, li hemberî gel hovîtiyeke mezin pêk anîn. Dema ku gel xwe parast jî bi balafiran hatin bombekirin. Derdora 70 û 90 hezar mirov hatin qetilkirin. Weke gerîlla me jî li Dêrsimê gelek hestiyên ji vê komkujiyê di şikeftan de mane dîtin. Li her derê hestiyên mirovên qetilkirî hene"
Endama Koordînasyona KJBê Bese Hozat polîtîkayên dewletê yên tepisandine bibir xistin û desnîşan kir ku CHP' îro jî dev ji polîtîkayên înkar û tinekirinê benedaye.
Hozat li diji van polîtakyan behsa helwesta Dêrsimiyan jî kir û got: "Divê gelê me yê Dersimê vê rastiya CHP'ê bibînin, li gorî vê jî hemû têkiliyên xwe yên bi vê partiyê re qut bikin.
DIVÊ DÊRSIM LI KEVNEŞOPIYA XWE YA BERXWÊDER XWEDÎ DERKEVE
Bese Hozat di dawiya axaftina xwe de berxwedêriya Dêrsimiyan a li dijî desthilatdaran jî anî ziman û got, Dêrsim wê li kevneşopiya xwe ya berxwedêr derkeve..