'Xelkê Başûr ji kuştina jinan nerazî ye, lê ne bi rêxistin e'

Necîbe Qeredaxî û Savo Serdar bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan li Başûrê Kurdistanê û gotin, yekane rêya çareseriyê; rêxistiniya jinan e.

Her diçe li Başûrê Kurdistanê bi hincet û rewşên cuda tundiya li ser jinê û kuştina jinê ya bi rengên hov ên weke şewitandin, bi çekê kuştin û dîsa rengên din zêdetir bûye. Li gorî amarên cuda yên sazî û dezgehên jin lê kar dikin di serî de li Hewlêr, Silêmanî û Dihok û deverên din ên Başûrê Kurdistanê zêdetirî 30 jin bi rengên cuda ji aliyê heskirî, hevjîn, xizim, bira, bav û kesûkaran ve bi rengên şewitandin, bi çekê hatine qetilkirin. Ji ber rewşên civakî û dîsa navxweyî sazî û dezgehên mafê jinan diparêzin nikarin dosyayên qetilkirina jinan lêkolîn bikin, her wiha sûcdar bê ceza tê hiştin. Ev jî dike ku rêjeya kuştin û tundiya li ser jinê zêdetir bibe.

Derbarê qetilkirina jinan û tundiya li ser jinê di serî de li Başûrê Kurdistan û cîhanê endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî û rojnamevan Savo Serdar ji ANF’ê re axivîn û bal kişand ser mijarên balkêş ên derbarê tundî û qetilkirina li ser jinan bi taybetî ku li Başûrê Kurdistanê zêde bûne.

MANŞETÊN ROJANE QETILKIRINA JIN Û TÛNDIYA LI WÊ YE

Qeredaxî ewilê bal kişand ser zêdebûna qetilkirina jinan û diyar kir ku roj nîne li ser ekranên tv, dîsa manşetên kovar û rojnameyan bi manşetên mezin qetilkirina jinekê tê ragihandin û dibînin. Qeredaxî got: “Tundiya li jinê, ne diyardeyeke rojane ye, proseyeke welê ye ku xwedî dîrokeke hezaran salî ya mirovahiyê ye. Kiryareke welê rojane rû dide û dîsa xwedî dîrokeke dûr e jî. Hem wext çavkaniya xwe ji mijarên civakî, siyasî ye û ya ji hemûyan girîgtir çavkaniya wê ya esasî jî hişmendiyê tê.”

‘KIRYARÊN LI JINÊ TÊ KIRIN, BI RENGÊN CUDA LI NAVA CIVAKÊ JÎ TÊ DÎTIN’

Qeredaxî destnîşan kir ku tundî û kiryarên li ser bedena jinê tê kirin, hem wext di kesayeta jinê de li ser civakê temamî dike, li ser çandê dike û wiha domand: “Destdirêjî û dagirkeriya li ser bedena jinê tê kirin, em bi rengên cuda li nava civakê jî dibînin. Nimûne; pîvanê neteweyek serdest li beramber mêrek a neteweya bindest, dîsa mezin li beramberî biçûkan, mêr li beramber biçûkan; di vê astê de em dibînin qûrbaniyên tundiyê di rêza yekem de bi awayeke sîstematîk jin û zarok in.”

‘QIRKIRINA JINÊ PROSEYEK SIYASÎ YE’

Endama Akademiya Jineolojî Necîbe Qeredaxî anî ziman ku pirsa jinê pirsekî siyasî ye û ev nirxandin kir: “Ev pirs e sala 1976’a Dîna Narsel li dadgeha navneteweyî pênaseyeke siyasî li vê bar dike û bi navê qirkirin lê dike. Ji bo wê ev mijar ne mijarke rojan e ye, qirkirina jinê ya bi şêwazeke sîstematîk e. Ev mijar ji hemû sazî û dezgehên civakê hatiye cudakirin, ji bawerî û çandên civakê. Ev prose tim bûye sedemê jinavbirina jinan; proseyeke welê ye ku jinê dike milk, kole, weke cinsî temaşekirina jinê, tenê ji bo têrkirina arezûyên xwe, dîsa weke amûrekê lê nêrîn ku li bazarê. Ji bo wê dibêjin ev mijar ne mijareke rojane ye, qirkirina jinê weke proseyeke siyasî tê girtina dest û wiha tê kirin.”

‘DESTHILAT LI SER QETILKIRINA JINÊ PROPAGANDAYA HILBIJARTINÊ DIKE’

Qeredaxî nêzîkatiya desthilatê ya li ser vê mijarê jî girt dest û diyar kir ku desthilat dosyaya qirkirina jinê ji bo xwe bi propagandayên siyasî bikar tîne û got: “Qanûnê derdixe, lê pêk naîne, daxive lê karekî nake. Dosyayên qetilkirina jinê ji bo mijarên xwe yên siyasî bikar tîne. Ji derveyî vê ti çareseriyeke ya desthilata siyasî nîne ji bo pêşîgirtina vê kiryarên hov ên li ser jinê. Ev jî bûye sedem ku tundî û qetilkirina jinê zêde bibe.”

‘CIVAK Û XWEZA JÎ CÛREKE QIRKIRINÊ YE’

Qeredaxî anî ziman ku qetilkirin û tundiya li ser jinan li cîhanê zêdebûye, lê li Herêma Başûrê Kurdistanê pir zêdetir e. Qeredaxî diyar kir qetilkirina jinê girêdayî du diyardeyên ‘jenosîd û ekosîd’ a yekem qirkirina jinê jeosîd a duyemîn jî qirkirina civak û jîngeyhê ye. Nimûne; a li Şengalê hate kirin qirkirina civakî bû. Talan û wêraniya li Kurdistanê jî tê kirin, qirkirina jîngehê ye. Di dema dawî de zêdetirî 300 carî jîngeha Kurdistanê bi çekên qedexe û kîmyewî hatiye bombekirin. Ev jî cûreke ji qirkirina mirov û qirkirina xwezayê ye.”

‘BÊDENGÎ QETILKIRINÊ ZÊDETIR KIR’

Endama Komîteya Jineolojî Necîbe Qeredaxî bal kişand ser bêdengiya li ber qetilkirina jinê û ev anî ziman: “Bêdengiya li ber qirkirin jinê dike ku tundî û qetilkirina jinê ya li nava civakê zêdetir bike. Ji bo wê eger li ber vê bêdeng bimînin, ne mimkûn e ku ev pirsgirêk dawî bibe, ji ber ku tim bi otomatîk dubare dibe. 

‘DEV JI SÎSTEMÊ BERDIN PEY ALTERNATÎFEK DIN BIGERIN’

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê divê civak li çareseriyekê bigere. Divê civak ji aliyê ku sîstem li nave, li alternatîfek din binêre. Alternatîfên din hene, lê ne bi rêxistinkirî ne. Civak li ber qirkirina jinê ne razî ye, lê ne rêxistinkirî ye. Jin di gelek warî de ne razî ye lê ne rêxistinkiriye. Her alî li gorî hizir û eyneya xwe li mijara jinê dinêre. Ji bo çareseriyê divê hemû sazî û dezgeh bi hev re li vê mijarê binêre û çareserî peyda bike.”

‘WEKE FERD LI JINÊ NAYÊ MÊZANDIN, WEKE AMÛREKÊ TÊ GIRTINA DEST’

Rojnamevana jin Savo Serdar jî derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku sedemên qetilkirina jinê mirov nikare yek alî lê binêre û aliyê xwe yê siyasî, civak û aborî heye û di hinek aliyan de jî dibe mijareke baweriyê jî. Serdar got: “Li gorî baweriyê gelek kiras li jinê hatiye kirin weke ferdek lê nayê mêzandin û nêzîkatî pêre nayê kirin. Weke amûrekê nêzîkatî lê tê kirin, ji bo baştir mijara qetilkirina jinê fam bikin, divê çavek li jinên dawî li Başûr hatin qetilkirin binêrin. Piştî raperîna li Başûr derbasbûna civakê ya ji gundan û ketina bajaran di warê şoreşa hişmendî de guherînên mezin nekir. Her wiha ji bo yek ji pirsên civakê ya tundî û qetilkirina jinê re amade nebûye.”

‘XETEKE PARASTIN Û RÊXISTINKIRINÊ BÊ AVAKIRIN’

Rojnamevan Savo Serdar bal kişand ser bandora bawerî ya li ser qetilkirina jinê û got: “Li gorî baweriya Îslamê jin ji perasûyê mêr çêbûye. Di nava civakê de heta niha nasnameyek ji bo jin nehatiye danîn. Jin weke heyî nayê qebûlkirin.”

Li ser mijara çareseriyê jî Savo Serdar anî ziman ku ji bo çareseriya pirsa qetilkirina jinê divê xeteke parastina jinê û dîsa jin bê agahdarkirin, rêxistinkirin bê avakirin.