Xelata 'Sara LIdman' gihişt rojnamegera kurd Lawen Mohtadî
Xelata 'Sara LIdman' gihişt rojnamegera kurd Lawen Mohtadî
Xelata 'Sara LIdman' gihişt rojnamegera kurd Lawen Mohtadî
Ji bo bîranîna nivîskara Swîreyê Sara Lidman ku şert û mercên kedkar, karker û bindestan dianî rojevê, cara yekemîn xelat hatin dayîn û xelat hêjayî rojnamegera Rojhilatê Kurdistanê û parêzvana mafê mrovan Lawen Mohtadî hat dîtin.
Mohtadî ku pirtûka bi navê ‘Roja ku ez azad bibim’ nivîsî û di pirtûkê de jiyana nivîskarê Romen Katarîna Taikon û Romenan girt dest, hate diyar kirin ku ji jîrbûna xwe ya rojnamegeriyê û ji ber ku bi salan li dijî nîjadperestiyê têkoşiyaye û nêzîkatiyên wê yên femînîst hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Nivîskar Katarîna Taîkon ji bo ku mafên Romenan bê dayîn têkoşîn dabû û bi pirtûk, gotar û bernameyên televîzyonan pirgirêkên Romenan anîbû rojevê. Taîkon ji bo ku nîjadperestiya li dijî Romenan bi dawî bibe û mafê îltîcayê ji bo Romenên ji kampên berhevkirinê xilas bibûn û li Swêdê bicih bibûn bê dayîn pêşendanên protestoyî rêxistin kiribû.
Taîkon di 1963’an de pirtûka xwe ya bi navê ‘çîngene’ derxist û ket cihana wêjeyê. Taîkon ne tenê bi parêzên vanên mafê mirovan û sosyalîstên Swêdê re têkilî danîbûn, bi Rêberê Reşikên DYA’yê Luther Kîngre jî dost bû. Taîkon di 1995’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Nivîskar Lawen Mohtadî jî di pirtûka xwe de têkoşîna Taîkon ya li dijî newekheivya Romenan anî ziman.
SARA LÎDMAN NIVÎSKARA ÇÎNA KARKERAN
Di merasîmê de Mohtadî axaftinek kir û diyar kir ku ji berk u hêjayî vê xelatê hatiye dîtin gelek kêfxweşe. Mohtadî got Lîdman û Taîkon bi hevre ji bo mafên Romenan têkoşîn daye û got: “Sara Lîdman ne tenê nirvîskareke pêşeng bû. Di heman demê de rojnamegereke gelek baş bû. Diçû Vîetnam, Başûrê Afrîkayê û Kîrunayê û neheqiya li dijî karkeran nîşanê hemû cîhanê dida.”