Xelat: Kêferatên dawî yên Erdogan in
Endama Koordînasyona PJAK’ê Şareza Xelat: Ev êrîşên dawî kêferatên dawî yê dijminê Kurd Erdogan in ku ew jî dizane çi li ber wî ye. Wê hesabekî wiha were pirsîn ku di Qesra xwe de jî wê ji siha xwe bitirse.
Endama Koordînasyona PJAK’ê Şareza Xelat: Ev êrîşên dawî kêferatên dawî yê dijminê Kurd Erdogan in ku ew jî dizane çi li ber wî ye. Wê hesabekî wiha were pirsîn ku di Qesra xwe de jî wê ji siha xwe bitirse.
Endama Koordînasyona PJAK’ê Şareza Xelat got, êrîşên li ser Şengal û Qereçoxe ku pêvajoyeke nû dane destpêkirin, divê weke êrîşa li dijî rabûna Kurd, pêşengiya wê, êrîşa li ser giyanê netewî û gerdûnî yê ku afirandiye were nirxandin. Xelat diyar kir giyanê şoreşa Kurdistanê ku Rojava û Şengalê di bin banê xwe de digire, ji bo dewlet Tirk, rêveberiya wê AKP’ê û zilamê li ser wê Erdogan bûye tirs û xof û got,’’Dawiya hegemonyaya statûkoparêziya Rojhilata Navîn jî hate ku bi PDK’ê dixwestin pêk bînin’’
Endama Koordînasyona PJAK’ê Şareza Xelat ji ANF’ê re axivî..
Xelat ‘giyanê’ ku li Rojava û bajaren Bakurê Kurdistanê diyar bûyî destnîşan kir û her wiha giyanê ku komek mirovan li Şengale bi rengekî fedaî nîşan dayin û got ev giyanê berxwedêr û fedaî ji heman paradîgmayê, hişmendiya siyasî, zemîna civakî û stratejiya leşkerî û siyasî xwe têr dike û got, ev giyanê di behsê de ji bo dewleta Tirk, rêveberiya wê AKP’ê û ji bo yek zilamê li ser wê bûye tirs û xof. Xelat got, ‘’Şoreşa Rojava ku deriyê Rojhilata Navîn li rûyê wî girt û li gel hemû hewldanan jî derketina ‘NA’yê ya di referandûmê de, dizane ku ev giyan e ku wê wî deverû bide erdê û têk bibe. Dawiya hegemonyaya statûkoparêziya Rojhilata Navîn jî hate ku bi PDK’ê dixwestin pêk bînin’’
HEKE TIRSA WÎ NEYÊ DÎTIN EM Ê RASTIYÊ NEBÎNIN
Xelat bi berdewamî bal kişande ser rewşa psîkolojîk a Erdogan û got, ‘’êdî Erdogan hatiye rewşeke wiha ku hebûna xwe nema dikare li Tirkiyê û herêmê domdar bike û heke em tirsa wî ya di bin êrîşa wî ya bi fobiya Kurdan, bi rengekî agresîf û ‘çavsorî’ de nebînin em ê rastiyê jî nebînin. Divê ev weke êrîşa li dijî rabûna Kurd, li pêşengiya wê, li giyanê netewî û gerdûnî yê hatî afirandin bibînin. Ev perpitînên dawî yên tirsonekekî ne ku dizane wê çi were serê wî. Erdogan dizane ku ev ê bê bersiv nemîne. Wê hesabekî wiha jê were pirsîn ku di Qesra xwe de jî wê ji siha xwe bitirse.’’
ÎXANETÊ RED BIKIN
Xelat li ser rola PDK’ê ya di êrîşa li ser Şengal û Rojava de jî wiha got: ‘’Lîdertiya PDK’ê di van êrîşan de ne tenê ji êrîşan agahdar bûye, her wiha hevkarî kiriye, bûye şîrikê plansaziyê. Ev ne êrîş û îxaneta wan a pêşî a li dijî gelê Kurd, tevgera Kurd û destkeftiyên Kurdan e. Ji dîrokê ve xeta îxanetê tim xwe dubar dike.’’
Xelat bi berdewamî wiha pê de çû, ‘’Li dinyayê ji du hêzên ku Şoreşa Rojava nas nake û dijminatiyê pê re dike yek PDK ye û yê dî jî AKP ye. Hê jî girtina Dêriyê Sêmalka gelek tiştan venabêje? Em dikarin mînakan dirêj bikin. Lê herî dawî mirov bi reva wan ji Şengalê û pêşkeşkirina Şengalê a ji bo DAIŞ’ê mirov bi bîr bixe bes e. Hişmendiya ku beriya bi 2 salan kir ku Şengala li ber qirkirinê dayî tekririn û niha êrîşê dibin ser Şengalê heman hişmendî ye.’’
Xelat bi berdewamî got, ‘’Mixabin îxanetê metastaz kiriye li ser hemû raçînka wan, di şaneyên wan, di organên wan geriyaye, îxanetê ew bi dest xistine. Çi însanekî xwedî xiramek rûmet û heysiyet be nikar vî tiştî fêhm bike, beriya AKP’ê mirov bibêje, ‘’bi xeletî li pêşmergeyan xistin’’ û sûcdarkirina PDK? De em bibêjin tu ji bo me û YBŞ’ê bêdeng mayî, çima ji bo kuştina pêşmergeyan bêdeng mayî? Çima naparêzî? Tu yê ji malbatên wan re çi bibêjî?
Ji bo vê jî em bang li gelê Başûrê Kurdistanê, hêzên netewî yên demokratîk, bang li wan pêşmergeyan dikin ku welatê xwe û gelê xwe difikriin; lîdertiya PDK’ê ji bo berjewendiya xwe û êla xwe wê we jî û zarokên we jî, xaka we jî feda bike. Îxanetê red dikin.’’
DIVÊ GIYANÊ NOKERÎ JI KURDISTANÊ WERE QEWIRANDIN
Xelat herî dawî bang li gelê Kurd kir û wiha got: ‘’Hemû gelê me yê Kurdistanê û li derveyî welat li pêşberî ti êrîşan bêdeng nema. Lê vê carê dema wê ye ku hûn dengê xwe, çalakiyê xwe berjortir bikin û bi rengekî radîkal divê helwest were nîşandan.
Bi taybetî deng û çalakiyên ku gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên netewî wê der bikin, wê ji îxaneta Barzanî re bibe bersiva herîm ezin û bibe sedem ku ev giyanê noker ji Kurdistanê were qewirandin kul i pêş yekîtiya me tekane asteng e.’’