Tuncel: Em jiyaneke azad ava dikin û ne tenê ne

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel peyamek ji Konferansa Meclîsa Jinan a HDK’ê re şand û got, ‘’Em ji bo jiyaneke demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê ava bikin rêxistinî dibin û em dizanin ku em ne bi tenê ne.’’

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a rehîngirtî ji girtîgehê peyamek şande Konferansa Meclîsa Jinan a HDK’ê ya 8. re.

‘BI GIYANÊ BERXWEDÊR SLAV DIKIN’

Tuncel di nameyê de got, ‘’Em we hevalên xwe yên ku di têkoşîna azadî, wekhevî, dadmendî, aştî û demokrasiyê de li pêş in û ji bo jiyaneke dî ava bikin li ber xwe didin, ji zindana Kandirayê, bi baweriya azadiyê, coşiya têkoşînê û giyanê berxwedêr bi hurmet û hezkirinê slav dikin.’’

‘EV PERGAL WÊ WEKE BERÊ NEMEŞÊ’

Tuncel bi domdarî got nîqaş û biryarên li konferansê ji bo têkoşînê wê girîng bin û moral û motîvasyonekê bidin jinan û wiha domand: ‘’Em jin hemû hînbûyinên ji pergala zilam-serweriyê hatin red dikin. Em ji bo avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê xwe rêxistinî dikin û em dizanin ku em ne tenê ne.’’

‘PERGALEKE KU JIN TÊ DE NEBE NIKARE DEMOKRATÎK BIBE’

Tuncel di peyama xwe de got pergaleke ku jinê tevlî xwe neke, jin tê de ne xwedî gotin û biryar bin nikare demokratîk bibe û got, ‘’Ji bo vê jî berpirsyariya jinê ye ku li qada polîtîk gelan, baweriyan bicivînin.’’

‘KOMKUJIYÊN LI SER JINÊ NE RASTHATÎNIYEK E’

Tuncel bal kişande ser Rewşa Awarte û got, ‘’Rejîma Rewşa Awarte herî pir bandorê li ser jiyana jinan dike, dike ku jin nikaribin hilmê jî bistînin û jinan di nav sînorên malê de asê dike. Zêdebûna komkujiyên li ser jinan, tundiya li ser jinê, zêdebûna îstîsmara li ser jinê ne rasthatiniyek e’’ û got, ji bo vê jî meclîsên jinan divê sedemên vê mijarê bi rengekî berfireh nîqaş bikin û encamên girîng jê derxînin.

 ‘EM LI PIŞT GIRTIYÊN TARSÛSÊ Û XARPÊTÊ BIN’

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel di dawiya peyama xwe de bal kişande ser êşkenceyên sîstematîk û êrîşên li ser girtiyên jin ên li girtîgeha Xarpêt û Tarsûsê û got rojevkirina kêşeyên jinên li girtîgehan, li dijî polîtîkayên tecrîdê, li dijî desteserkirina maf û azadiyan, diyarkirina helwestê ji bo hevgirtina jinan pir girîng e û xwest ku HDK û Komîsyona Mafê Mirovan dengê girtîgehan bigihînin derve.