TJKE: 90 roj in em li benda edaletê ne!

TJKE: 90 roj in em li benda edaletê ne!

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) di roja 90’emîn a komkujiya Parîsê de daxuyaniyek weşand û bal kişand ku dewleta Franseyê sê meh in bêdengiya xwe ya li hemberî komkujiyê diparêze. TJKE got: “Ji bo pêkhatina aşitiyê em ronîkirina komkujiya Parîsê weke rêgezeke siyasî û ehlaqî dibînin” û ji dewleta Franseyê xwsest ku demek beriya demekê komkujiyê ronî bike.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE) bi boneya salvegera komkujiya Parîsê ya ku 9’ê çileyê pêk hat û di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona TJKE’yê bi bîr xist ku jinên Kurd her hefte vê daxwaza xwe nû dikin û her çendî 3 meh bi ser komkujiyê re derbas bûne, lê hukûmeta Franseyê heta niha tu daxuyaniyek derbarê komkujiyê de nedaye. Di daxuyaniyê de hae destnîşankirin ku jinên Kurd her rojên çarşem û pênçşemê li bajarên Ewropa Paris, Marsilya, Berlin, Düsseldorf, Bremen, Hannover, Frankfurt, Zürih, Bern,Basel, Viyana û gelek cihên din çalakiyên “Em edaletê dixwazin” li dar dixin.  TJKE’yê aşkere kir ku wana heta niha derdora sedhezar kartên bi sernavê “Em edaletê dixwazin” ji Franseyê re şandine, lê her çendî 3 meh derbas bûn, lê heta niha tu daxuyaniyek nehatiye dayin.

TJKE’yê bal kişand ku dewleta Franseyê piştgirî daye pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di ji bo pêkhatina aştiyê pêngavên girîng hatine avêtin.  TJKE’yê got ku her çendî Franseyê piştgirî daye vê pêvajoyê, lê heta niha ji bo ronîkirina komkujiya ku ji bo gelê Kurd weke birînek bi xwîn e, tu pêngavek neavêtiye.

TJKE got: “Ji bo pêkhatina aşitiyê em ronîkirina komkujiya Parîsê weke rêgezeke siyasî û ehlaqî dibînin” û ji dewleta Franseyê xwsest ku demek beriya demekê komkujiyê ronî bike.