TJK-F'yê kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî

Kongreya salane ya TJK-F bi beşdariya jinên Kurd ên ji gelek bajarên Fransayê pêk hat.

Kongreya Sêyemîn a Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) li paytexta Fransa Parîsê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya nêzî 100 delegeyî pêk hat.

Piştî hilbijartina dîwanê aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zeynep Dersim axivî û got, "Yên di vî şerî de bi ser bikevin wê li Rojhilata Navîn bibin hêza bingehîn a diyarker. Ji destpêkê ve yên di vî şerî de bi ser ketine Tevgera Kurd, Kurd in. Ji ber ku di dema rast de li devera rast xwe bi rêxistin kir, rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Em dikarin vê bêjin; polîtîka hemû li gorî Rojava tên kirin. Me rêveberiya xweser ava kirine."

Dersim diyar kir, eger li deverekê berxwedan hebe li wir wê êrîşên dijmin jî hebin û got, PKK 40 sal in hem ji bo tevgera jinê, hem jî ji bo tevgera giştî têdikoşe.

Tevî aktîvîsta TJK-F'yê Dîlan Amed delegeyên kongreyê axivîn û nêrîna xwe anîn ziman.

Di konrgeyê de rêveberiya nû û hevberdevk hatin hilbijartin.