TJK-E’yê çalakiyên 25’ê Mijdarê silav kir

TJK-E’yê çalakiyên 25’ê Mijdarê silav kir û got: “Em ê bibin pêşengên guherîn û veguherîneke hîn xurttir.”

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd nîşanî me daye ku jinên şer dikin, xwe bi rêxistin dikin û pêşengiyê dikin di jiyanê de bedew dibin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye ku rizgariya civakê tenê bi azadiyê pêkan e û hate gotin ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ îro gihiştiye asteke gerdûnî.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:

“Pêngava ‘Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşê ve dimeşin’ û ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li gelek welatan ji aliyê gelek akademîsyen, profesor û siyasetmedaran ve hatiye deklarekirin.

25’ê Mijdarê jinan mîna li seranserê cîhanê li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî bi reng, pankart, dirûşme û tilîliyên xwe qad tejî kirin. Jinan hemûyan peyama ‘Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye’ dan.

Em jinên TJK-E’yî diyar dikin ku wê bibin pêşengên guherîn û veguherîneke ji ya berê hîn xurttir.”