TJK-E: Wê hemû Kurd ji bo Şengalê dakevin qadan

TJK-E’yê li hemberî êrişên li ser Şengalê daxuyanî da û got “Gelê Kurd û jinên Kurd li ku derê dijîn bila bijîn, wê bi ruhê neteweyî li dora Şengalê bibin xeleq.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) derbarê êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a faşîst îro jî li Şengalê li hemberî warên sivîlan êrişek kir. Balefirên şer ên dewleta Tirk li sûka Şengalê da. Di vê êrişê de yek ji fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Tê diyarkirin ku birîndar jî hene. Malbatên şehîdên me di serî de, em sersaxiyê ji gelê Şengalê û ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Em diyar dikin ku şehîdên me soza geşkirina têkoşîna me ye. Ev êrişên li ser Şengalê tê wateya dûmahîka feraseta qirkirinê ya li hemberî gelan. Dîktatoriya AKP û Erdogan dixwaze li herêmê serwer be û derbê li destkeftiyên gelê Kurd bixe.

Têkoşîna gelê Kurd a Şengalê li ber çavan de. Ev têkoşîna azadiyê ya herî bi îrade ye. Çawa ku li hemberî faşîzma DAÎŞ’ê berxwedaneke mezin hate kirin wê heman berxwedan li hemberî dîktatoriya AKP û Erdogan û hevkarên wan PDK’ê jî were kirin. Mêtingeriya Tirk wê tevî hevkarên xwe têk biçin û wê li ser sergoya dîrokê cihê xwe bigirin. Wê gelê Kurd û jinên Kurd li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Peywira sereke ya jinan ev e ku, divê em jin xwedî li şoreşa jinan a li Şengalê derkevin û li her qadê wê biparêze.  Em diyar dikin ku di her demê de û li her derê em ê li dijî dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk bin.

Jin di serî de em bang li hemû Kurdan û dostên xwe dikin ku li hemberî polîtîkaya qirker a dewleta Tirk bin û têkoşînê geş bikin. Em dikarin bi hev re vê faşîzmê hilweşînin û azadiya xwe ava bikin.”