TJK-E: Ji bo dengê NA gelek sedemên me hene

Ji bo referandûma ku wê di 16'ê Nîsanê de li Tirkiyeyê bê kirin, li gelek welatên Ewropayê ji niha ve dengdanê dest pê kiriye.

TJK-E ji bo dayîna dengê 'NA' bang kir û got, "Gelek sedemên me jinan hene, ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin. Ji şewitandin û xerakirina bajarên Kurdistanê heta parastina bedenên biçûk ên zarokên me, gelek sedemên me hene ku dengê 'NA' bidin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Jinê Kurd li Ewropayê (TJK-E) de wiha hat gotin:

"Li Tirkiyeyê, ji bo guhertina destûra bingehîn, ku di encama tifaqa AKP-MHP'ê de ji bo 'sîstema serokatiyê' hat kirin, referandûm pêk tê. Aliyekî vê referandûmê ku ji bo rejîmek yek ziman, yek, ol, yek milet, yek al û herî dawî yek zilam tê kirin, Ewropa ye.

Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê, dengdana destpêkê îro li Elmanya, Fransa, Belçîka, Awûstûrya, Swêd û Danîmarkayê dest pê kir.

Weke Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji meha sibatê û vir ve bi çalakî û karen cuda, li dijî rejîma şexsekî, polîtîkayên tekperestiyê, zilm, îşkence, komkujî, qirkirina jinê, şewitandin û xerakirina bajaran û qirkirina gelê Kurd, me kampanya NA meşand.

Têkoşîna ku me li her qadê li dijî dîktatoriya li Tirkiyeyê meşand û kampanya NA nîşanî me da, ku eger em bi hev re tevbigerin, wê tiştekî em bi ser nexînin nemîne. Bi taybetî, mîtîngên bi heybet ên di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, çalakiyên di çarçoveya kampanya 'NA' de hatin lidarxistin nîşanî me dan, ku têkoşîn û berxwedan mirovan bi ser dixînin. Jinan mercên Rewşa Awarte, biryarname nas nekirin û li dijî vê yekê hêza xwe li kolanan nîşan dan. Jin bi daketina kolanan û bi berxwedana xwe re tirs û xofa ku dîktatoriya AKP-Erdogan hewl didin bafirînin, ji holê rakirin. Gelê ku di Cejna Newrozê de herikîn qadan, têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê da destpêkirin. Her dengekî NA ku em ê heta 16'ê Nîsanê bidin, wê dawî li vê rejîma faşîst bîne.

Ev referandûm wê bibe pêvajoya hilweşîna tifaqa AKP-MHP'ê û xurtbûna têkoşîna demokrasiyê. Gelek sedemên me jinan hene, ku di referandûmê de dengê 'NA' bidin. Ji şewitandin û xerakirina bajarên Kurdistanê heta parastina bedenên biçûk ên zarokên me, gelek sedemên me hene ku dengê 'NA' bidin." Lê berî van hemûyan, divê em ji bo xatirê azadiya xwe bêjin NA. Ji ber ku yên en azad bin, nikarin bêjin NA. Li dijî şewitandin û xerakirina bajaran, kuştina jinan bi rengekî hovane, destavêtin û destdirêjiya li zarokan, talankirina xwezayê divê em di referandûmê de bêjin NA. Divê em nebêjin 'Ez deng nedim jî dibe'. Her dengekî ku em nadin wê bibe dengekî 'erê' ji bo zilma li Kurdistanê. Pêwîste em bi vê zanibin û bi vî rengî biçin ser sindoqan. Û ji bo azadiya xwe, siberojeke demokratîk bêjin NA. Pêwîste em ji bîr nekin, weke jin her dengekî me yê 'NA' wê dawî li faşîzm û dîktatoriyê bîne. Di berxwedana dijî faşîzmê de em ê bi ser bikevin, rejîma dîktatoriyê têk bibin."