TJK-E ji bo çalakiya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), ji bo çalakiya roja Duşemê ya li Strasboûrgê, ku wê ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya TJK-E de hate ragihandin, ku salvegera 19'an komployê wê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi mîtîngekê were şermezarkirin û piştre çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan bê lidarxistin.

TJK-E diyar kir, ku ji Elmanya, Swîsre û Fransayê wê jin û gelê Kurd beşdarî vê çalakiyê bibin û ev agahî da: "Çalakî wê bi dirûşma 'Em sîstema Îmraliyê parçe bikin, Rêbertî azad bikin' were lidarxistin. Bi meş û mîtînga xwe ya 9'ê Cotmehê, em bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) bikin ku bi erk û wezîfeya xwe rabin û bêdeng nemînin."

TJK-E got, tevî ku 5 sal in agahiyê ji Rêberê xwe nagirin, CPT a ji ewlekarî û tenduristiya Ocalan berpirsyar e, bi berpirsyariyên xwe ranabe û destnîşan kir, ku CPT bi helwest û sekna xwe, rewşa li derveyî hiqûqê ya li Îmraliyê rewa û kûr kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku CPT nirxên mafên mirovan û demokratîk kiriye qurbanê berjewendiyên siyasî û aborî û hat destnîşankirin, ku wê bi rêya çalakiyên xwe vê yekê şermezar bikin û bînin bîra saziyên navborî ku xwedî li wezîfeyên xwe derkeve.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser vê bingehê wê 9'ê Cotmehê li meydana Place Cleber a Strasboûrgê saet di 13:00 de mîtîngek were lidarxistin. Piştre çalakger wê ber bi avahiya Konseya Ewropayê ve bimeşin. Li dû meşê, wê 150 kes bikevin çalakiya rûniştinê û 13'ê Cotmehê 5 rojan çalakiya xwe bidomînin."

TJK-E bi bîr xist, ku 9'ê Cotmehê wê otobusa 'Azadî ji Rêbertî re' dest bi gerê bike û 33 rojan bigere, nêrîn û felsefeya Ocalan bide naskirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, otobus wê li Elmanya Awûstûrya, Swîsre, Fransa, Hollanda, Belçîka, Danîmarka û Swêdê bigere û li van welatan çalakî bên lidarxistin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jin û gelê Kurd, her wiha dostên Kurdan hate kirin ku bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin û ji bo şikandina tecrîdê û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza xwe bikin yek û li hev bicivin."