TJK-E: Em tevlî meşa li Dusseldorfê bibin

TJK-E: Bi geşbûna berxwedanê wê AKP û MHP’ê hilweşe. Werin em tevlî meşa di 25’ê Hezîranê de ya li Dusseldorfê bibin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin: “Dewleta faşîst a TC’yê êrişî Zapê kiribû û ev êrîş kete meha duyemîn. Armanca êrîşê, berxwedana li hemberî êrîşê û encamên vê berxwedanê gelekî berfireh û mezin e. Bîlançoya şer bi xwe, asta vî şerî derdixe holê. Ev şerê îro li Kurdistanê ji şerê Ukraynayê mezintir e.

Li gorî bîlançoyê di nava du mehan de dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê 2065 êrîşên bi balefiran, 1493 caran êrîşên bi helîkopterê û 779 caran jî êrîşên kîmyewî kirine. Lê berxwedana li hemberî vê êrîşa berfireh jî têra xwe bi heybet e. Li hemberî vî şerê hovane yê li Zap û Avaşînê, gerîlayên jin ên li ser şopa Bêrîtanê berxwedaneke mezin nîşan didin.

Du meh in gelê me yê li Ewropayê, jin û dostên me bi çalakiyên xwe xwedîderketineke mezin derxistin holê. Bi sloganên ‘Bijî berxwedana gerîla’ xwestin bibin dengê berxwedanê. Bi mekaba di destê xwe de bi qasî TC’yê peyamên girîng dan NATO, welatên Ewropayê û xeta îxanetkar jî. Divê were zanîn vî şerê li Zap û Avaşînê tê kirin, xwedîderketineke gelekî mezin heq dike.  Divê kesekî Kurd, jinên têkoşer, hemû aliyên ku dixwazin Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîk bibin, divê bibin parêzvanê vê xeta berxwedanê ya ku ji Zap û Avaşînê heta Rojava û Şengalê dirêj dibe.

Di 25’ê Hezîranê de wê meşeke navendî li Dusseldorfê were kirin. Em bang li hemû jinan, meclîs û pêkhateyên xwe yên li Ewropayê, rêxistinên jinan ên femînîst û demokratîk dikin ku bi şîara ‘Niha dem dema parastina Kurdistanê ye, dema dema meşa li ser berxwedanê ye’ tevlî meşê bibin.”