TJK-E: Em ê rêxistinê mezintir bikin, faşîzmê hilweşînin

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) civîna xwe ya navîna serdemê li dar xist û got “Di warê civakî de em rêxistinê mezintir bikin, têkoşîna li hemberî qirkirina jinana û faşîzmê mezintir bikin.”

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) civîna xwe ya navîna serdemê li dar xist. Di vê civînê de xebatên salekê hatin nirxandin.

Di encamnameya civînê de hate diyarkirin ev civîn bi hedefa ‘têkoşîna li hemberî qirkirina jinan, dagirkerî û faşîzmê were geşkirin û pergala êşkence û esaretê ya Îmraliyê were şikandin’ hatiye lidarxistin. Hate ragihandin ku diyarî ‘Şehîdên Zap û Avaşînê û yek ji pêşenga tevgera jinên Kurd Aysel Doganê hatiye kirin.’

Di civînê de hate diyarkirin ku parçekirina pergala tecrîdê ya li ser Rêber Apo yek ji rojeva sereke ya civînê ye û berxwedana dîrokî ya ku Rêber Apo li Îmraliyê li hemberî faşîzmê dike rê nîşan dide.

Di civînê de hate diyarkirin ku yek ji mijara sereke jî ‘Pêngava li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina civak û jinên azad e’ û bal hate kişandin ser vî tiştî ku li her dera dinyayê êrîş û şîddeta li ser jinê hatiye asta qirkirinê.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) di civîna xwe ya navîna serdemê de diyar kir ku ew berxwedana li Zap û Avaşînê silav dikin û divê têkoşîna li hemberî xeta xiyanetê ya PDK’ê jî were geşkirin.

BIRYARÊN DI CIVÎNÊ DE

Va ye hin biryarên di civînê de

-Li temamî dinyayê bi beşdariya jinan projeya ‘Ji bo Abdullah Ocalan ji 1000 jinan 1000 deng’ were lidarxistin.

-Bi navê ‘Tevî Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji 9’ê Cotmehê heta 4’ê Nîsanê di çarçoveya pêngava ‘Dem dem azadiyê ye’ çalakî werin kirin.

-Li hemberî polîtîkên dagirkerî û qirkirinê bi ruhekî mezin ê têkoşînê, bi şîara ‘Bijî berxwedana gerîla’ pêvajoya çalakiyan were geşkirin.

-Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî di qada navneteweyî xebat werin kirin.

-Di çarçoveya ‘Pêngava li hemberî qirkirina jinan dem dema parastina jinên azad û civakê ye’ ji bo avakirina civakê pêşengtî were kirin, li hemberî polîtîkayên qirkirina jinan têkoşîneke çalak were kirin.

-Ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin têkoşîn were geşkirin. Li ser vî esasî divê torên hevgirtiê yên navneteweyî were çêkirin, di şexsê Tevgera Azadiyê ya Kurdan de li hemberî polîtîkayên ku gelê Kurd terorîze û krîmînalîze dike, xebatên çalak werin kirin.

-Ji bo ku îradeya jinê li her qada civakê derkeve holê, divê xebatên avakirinê were geşkirin, li ser vî esasî di xebatên meclîs, komun û înisîyatîfê de ruhê berxwedanê yên Sêvê, Pakîze, Fatma, Asya û Mehmet Tûnçan were esasstendin.

-Ji bo ku civak were demokratîzekirin û li ser esasê geşkirina jiyaneke wekhev divê pergala hevserokatiyê were kûrkirin, li hemberî nêzikatiyên zayendparêz û desthilatparêz têkoşîneke radîkal were esasgirtin.”