TJK-E: Em dakevin qadan, xeta jinê ya azad biparêzin

TJK-E: Berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê ne tenê karê gerîla ye, ji bo her Kurdekî bi rûmet, ji bo her jin, sosyalîst, gelên herêmê û raya giştî ya demokratîk berpirsyarî ye.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û got, "Mîna ku raya jî dişopîne di şeva 23-24'ê Nîsanê de dewleta Tirk a faşîst li qadên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Ev êrişa ku di salvgera Qirkirina Ermenan de dest pê kir, bi dem û çarçoveya xwe ne tenê li dijî herêmekê ye, ne tenê li dijî hêzên gerîla ye; êriş li dijî pergala alternatîf û fikrê afirandina Kurd, jin, kesayet û civaka azad e, ku li Rojhilata Navîn belav bûye.

Ev gerîla nêzî nîv sed sal e bi saya gerîla yên ku mafê xwe yên parastina rewa bi kar tînin, hebûna xwe, nasname û rûmeta xwe parastiye. Ne tenê hebûna xwe parastiye, di heman demê de rêxistiniyeke welê afirandiye ku utopya paşerojê ya mirovahiyê bi avakirina civakeke nû xistiye meriyetê, şênber kiriye.

ÊRIŞ LI DIJÎ XETA JIN A AZAD E

Em di serdemeke welê krîtîk de ne, ku dewleta Tirk a faşîst û hêzên serdest ên ku serdsala bihurî bi qirkirinê temam kirin, îro jî dixwazin heman qederê ferz bikin. Nûkirina biryara DYE'yê ya li ser kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê, ji bo heman armancê ye. Lewma em êrişên li ser Xakurkê, Heftanînê, Garê, Zapê, Metîna û Avaşînê weke êrişên li ser Kurdistanê, destketiyên Kurdan û gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî weke êrişek li ser xeta jinê ya azad dibînin.

BERPIRSYARÎ YA ME HEMÛYAN E

Lewma berxwedana li dijî van êrişên dagirkeriyê ne tenê karê gerîla ye; her Kurdên ku dibêje 'dixwazim bi rengekî bi rûmet û azad bijîm', her jin, sosyalîst, gelên herêmê û raya giştî ya demokratîk xwedî berpirsyarî ne. Gelê me û jinên Kurd ên li Ewropayê bi dehan salan rêxistiniya xwe parastin, welatparêziya xwe parastin, têkiliya xwe ya ruhî û fikrî ya bi welêt re qet qut nekir. Îro jî ew dem e ku bi gotina 'dema azadiyê ye' rabin ser piyan, vê berxwedanê bi rengekî yekpare bi rêxistin bike, gavên dawî yên dewleta Tirk pûç bikin. Ji bo serketina pêngavên 'dema azadiyê ye' û 'em ê faşîzmê bi hev re têk bibin' ên beriya demekê dest pê kirin, divê em li qada çalakiyan bin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, jinên Kurd ên li Ewropayê dikin, bang li raya giştî ya demokratîk, hêzên femînîst û kesayetên ku paşeroja xwe di nava xeta azadiyê ya jinên Kurd de dibînin dikin ku berxwedanê mezin bikin."