TJK-E: Di 6 û 9'ê Çileyê de em ê li qadan bin

TJK-E'yê ragihand ku di salvegera komkujiya Parîsê de wê 6 û 9'ê Çileyê li qadan bin û diyar kir ku li dehan bajarên Ewropayê wê daxwaza xwe ya ji bo darizandina Erdogan bînin ziman.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 8'an a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinê hevrê Sakînce Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di salvegera 8'an a vê komkujiya namerdane de em soza xwe dubare dikin ku di pêngava serketinê de em ê xwedî li bîranînên şehîdên xwe yên hêja derkevin.

Qetilkirina hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî di 9'ê Çileyê de li Parîsê, êrişeke plankirî û rêxistinkirî ye ku ji aliyê Tayyîp Erdogan û Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) hate pêkanîn. Komkujiya Parîsê di demeke welê de pêk hat ku li Îmraliyê pêvajoyeke nû ya diyalogê dest pê kiribû û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihate kirin. Yanî hêzên faşîst ên ku ji xwe ji pirsgirêka Kurd xwedî dikin bi rêya Komkujiya Parîsê xwestin çareseriya pirsgirêka Kurd sabote bikin. Ev êriş êrişeke ji bo astengkirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bû. Ev êriş êrişeke dijminatiya li jinê bû, êrişa li dijî gelê Kurd û nirxên demokrasî û azadiyê bû.

Nepêkane ku êrişeke wiha bêyî piştgiriya ji Fransa û hêzên cuda yên li Ewropayê bihata pêkanîn. Lewma rêveberiya Fransayê ya wê demê û hin dewletên Ewropî yekser berpirsyar in. Rêveberiya Fransayê di çarçoveya berpirsyariya xwe de divê sûcdarên din ên komkujiyê eşkere bike û darizîne."

Di daxuyaniyê de kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" hate bibîrxistin ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve di 25'ê Mijdarê de hate destpêkirin û hate gotin, "Bi rêya vê kampanyayê, tê xwestin ku komkujiyên jinan ên ji aliyê desthilatdariya AKP'ê û bi fermana Tayyîp Erdogan ve hatin kirin bên cezakirin. Ji ber vê yekê di salvegera 8'an a Komkujiya Parîsê de em dixwazin ku dewleta Tirk ji ber sûcên li dijî mirovahiyê yên li hemberî Kurdan û ji ber qirkirina jinê bê darizandin. Ji ber vê yekê em dibêjin 'Yê fermana komkujiya Parîsê da Erdogan e. Bila bê darizandin'. Di serî de dewleta Fransayê em bang li saziyên navneteweyî dikin ên xwe bi mafên jinan û mafên mirovan û demokratîk pênase dikin, ku ji bo darizandina van sûcan û ji ber naskirina qirkirina jinê weke sûcê li dijî mirovahiyê bi berpirsyariya xwe rabin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke TJK-E'yê ji bo hesab ji berpirsyarên komkujiya Parîsê, ji hêzên sîstema bi serweriya mêr a di şexsê Şengalê u Rojava de êrişî şoreşa jinên Kurd dike bê pirsîn, wê li qadan bin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 6'ê Çileyê de li ber Konsolosxaneyên Fransayê, di 9'ê Çileyê de jî di serî de Parîs li gelek bajarên Fransa û Elmanya, li Belçîka, Hollanda, Swîsre, Îngilistan, Awûstûrya û Skandînavyayê em ê bêjin; Bila Erdogan ê ku fermana komkujiyê da bê darizandin."

TJK-E'yê bang li jinên Kurd, gelên Kurdistanê, sosyalîst, raya giştî ya demokratîk, femînîst û parêzvanên jinan ên li Ewropayê kir ku 9'ê Çileyê li qadan bin.

Li gorî daxuyaniyê, plansaziya çalakiyan a 6 û 9'ê Çileyê wiha ye:

ÇALAKIYÊN 6'Ê ÇILEYÊ

Paris
Saet: 11:00
Cihê kombûnê. Navenda Civakî ya Ahmet Kaya

Belçika- Brüksel
Saet: 13:00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê (Bouleverd du Règent 42 ,1000 Brüksel)

Hollanda-Den Haag
Saet: 14:00 
Cih: Pêşniya Konsolosxaneya Fransayê

Swîsre- Bern
Saet: 13:00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li Bernê

Îngilistan-London
Saet: 12:00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê (Embassy of France, 58 Knightsbridge, London, SW1X 7JT)

Stockholm
Saet: 14.00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê

Norwêc- Oslo 
Saet: 14:00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê

Danimarka-Kopenhag
Saet: 17:00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê (Kongens Nytor 4, København)

Elmanya

Berlin 
Saet: 11.00
Cih: Leopoldplatz

Düsseldorf
Saet: 11:00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê

Hannover
Saet: 11:00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê

Frankfurt 
Saet: 12.00
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê

Hamburg
Saet: 11:30
Cih: Pêşiya Konsolosxaneya Fransayê

Münster
Saet: 16:00
Cih: Pêşiya Haûptbahnhofê

ÇALAKIYÊN 9'Ê ÇILEYÊ

Paris
Saet: 13:00
Cih: Gare de Nord

Strasbourg
Saet 14:00
Cih: Place Kleber

Rennes
Saet: 14:00
Cih: Place du Colombier

Marsilya
Saet: 13:00
Cih: Qada Canabière

Toulouse
Saet 13:30
Cih: Gare Matabiau 

Swîsre-Basel
Saet: 14:00
Cih: De-Wette Park-Basel

Brüksel
Saet: 13: 00
Cih: Porte Namur

Hollanda

Amsterdam
Saet: 13:00
Adres: Museumplein

Viyana
Saet: 15:00
Cih: Schwarzenbergerplatz 4

Graz
Saet: 15:00
Cih: Am Eisernen Tohr

Swêd

Stockholm
Saet: 14:00
Cih: Sergelstrog

Göteborg 
Saet: 16:00
Cih: Brunnsparken 

Norwêc 

Oslo
Saet: 14:00
Cih: Trafikanten

Danimarka

Kopenhag
Saet: 17:00
Cih: Nytorv

Finlandiya

Helsinki 
Saet: 14:00
Cih: Navenda Kamppi

Elmanya

Berlin
Saet 14.30
Cih: Alexander Platz

Düsseldorf
Saet: 14:00
Cih: DGB Haus

Hannover
Saet: 13.00
Cih: Pêşiya Haûptbahnhofê

Frankfurt
Saet: 13:30
Cih: Pêşiya Haûptbahnhofê

Stuttgart
Saet: 15:00
Cih: Lautenschlagerstrasse

Freiburg
Saet: 15:00
Cih: Alte Synagoge Platz

Hamburg
Saet: 13:00
Cih: Pêşiya Haûptbahnhofê

Kiel
Saet: 15:00
Cih: Europaplatz

Bremen
Saet:15:30
Cih: Pêşiya Haûptbahnhofê