TJK-E, banga ‘çalakiyên li her derê’ li jinan kir

TJK-E, li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê banga geşkirina têkoşînê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Divê jinên Kurd wekî berê li hemberî vê konsepta qirêj di nav çalakiyan de bin û têkoşînê bigihînin qonaxeke nû”.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li hemberî êrîşên qirkirinê yên îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku:

“Rejîma faşîst a Erdogan di 24’ê Nîsanê de konsepteke nû ya êrîşê li ser Rojava û Şengalê da destpêkirin. Vê rejîma faşîst dixwaze bi van tiştên nû, xwe rizgar bike.

Gelê me li Şengal û Rojava li hemberî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke bi rûmet dane û bi vîna xwe pêşeroja xwe diyar kiriye û xwe parastiye.

Hin hêz ji bo ku vê vînê bişkînin êrîşî pêşeroja azad a gelan kiriye. Bi plan û îttîfakên dewleta Tirk û yên di navbera Erdogan-Barzanî ev êrîş hatine kirin. Derketiye holê ku bi van êrîşan konsepteke nû ya êrîşê li ser Rojava û Şengalê tê kirin û wisa dixuye ku ev êrîş wê bidomin. Ji ber ku Erdogan  pêşeroja xwe li ser înkar û îmhaya Kurdan ava kiriye. Gelê me divê li her derê xwedî li Rojava û Şengalê derkeve û vê tifaqa qirêj û gemarî pûç bike û bi giyanê yekîtiya neteweyî li her derê helwesta xwe diyar bike.”

BANG

TJK-E di dawiya daxuyaniyê de bang kir ku,

“Em hemû Kurd, jin û dostên wan ên li Ewrûpayê li hemberî êrîşên qirkirinê vedixwînin geşkirina têkoşînê. Divê em ji bîr nekin ku roj roja têkoşîn û geşkiriya yekîtiyê û roja naletkirina dewleta Tirk a faşîst e. Roj ev roj e ku em xwedî li pêşeroja xwe ya azad derkevin û wê biparêzin.”