TJK-E: 3'ê Sibatê em ji bo Efrînê dakevin qadan

TJK-E: Ji bo em nîşanî hevrêyên xwe yên jin, zarokên xwe, ciwanên xwe û gelê xwe yê li Efrînê bidin ku em bi wan re ne, em dakevin qadan û daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê biqîrin.

3'ê Sibatê wê li gelek welatên cîhanê bi taybetî li Ewropayê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên dagirker ên li ser Efrînê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) wê çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Berdevka TJK-E Aliye Varto ji bo tevlîbûna li çalakiyan bang kir. Varto diyar kir ku bi hevgirtin û piştgiriya gelan pêşî li hêzên dagirker dikare were girtin û got, "Her kesên li dijî faşîzm û paşverûtiyê ne, alîgirên biratiya gelan, dostanî, wekhevî û aştiyeke wekhev, dijberên mêtingeriyê û hemû hêzên li dijî zext û zordariyê ne, divê li dijî şer li eniyekê bicivin, bi sedan, bi hezaran û milyonan kes li ber şer rabin. Ew hêz bi me gelan re heye, em dikarin bikin. Yekane hêza ku dikare pêşî li faşîzmê bigire ev hevgirtin e. 3'ê Sibatê wê li Asya, Amerîka, Ewropa yanî li gelek herêmên cîhanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê meş û mîtîng werin lidarxistin. Jin, mêr, ciwan, extiyar, Kurdistanî, Tirkiyeyî, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, sosyalîst, komunîst, femînîst, Elewî, Misilmanên rasteqîn, em bang li her kesên li dijî faşîzmê ne dikin ku bibin yek. 3'ê Sibatê roja Şemiyê em dakevin qadan û hêza yekîtî û hevgirtinê nîşan bidin. Em pêşî li faşîzm û dagirkeriyê bigirin."

Varto da xuyakirin ku bi vî şerî re tê xwestin ku Kurd ji aliyê fîzîkî ve bê tinekirin, lê di heman demê de êrîşek li dijî nirxên mirovahiyê ye.

Varto got, "Her roj zarok tên kuştin, jin tên kuştin. Em bang li saziyên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo jin û zarokan dixebitin, her wiha saziyên din ên navneteweyî dikin ku vê yekê bibînin û bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Heta ku vê nekin, bi qasî Tirkiyeyê ew jî sûcdar in. Bi qasî Tirkiyeyê destê wan jî di xwîna tê rijandin de heye."

Aliye Varto got, "Ji bo em nîşanî hevrêyên xwe yên jin, zarokên xwe, ciwanên xwe û gelê xwe yê li Efrînê bidin ku em bi wan re ne, em dakevin qadan û daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê biqîrin" û di dawiyê de ev bang kir:

"Şoreşa jinê ya li Rjoava, ji bo hemû jinên bindest ên li cîhanê bûye hêvî. Hêza me ya herî mezin a li dijî dijmin, demokrasî, şoreşa jinê, wekhevî û azadiya li wir e. Ji bo em xwedî li wekhevî, azadî, aştî û jiyana xwe derkevin, roja Şemiyê bi milyonan kesî em dakevin qadan, şoreşa jinê biparêzin û xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Em daxwaza xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê bînin ziman."