TJA’yê nerazîbûn nîşanî dîlgirtina Gultan Kişanak da
TJA'yê, astengkirina berdana Gultan Kişanak û dîlgirtina Hûda Kaya şermezar kir.
TJA'yê, astengkirina berdana Gultan Kişanak û dîlgirtina Hûda Kaya şermezar kir.
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê têkildarî neberdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Gultan Kışanak û girtiyên di zindanan de vîna me ne” hate vekirin. Endamên jin ên HEDEP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî dan daxuyaniyê. Hevseroka HEDEP’a Amedê Pinar Sakik Tekîn di daxuyaniyê de axivî û got ku her ku jin avakirina jiyana azadîxwaz ava dikin, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di êrîşên xwe yên li dijî jinan de bêhtir bêperwa tevdigere. Tekîn got ku zextên li ser jinên Kurd ên siyasetmedar zêdetir dibin û bêhiqûqtiyên li girtîgehan li dijî jinan tên kirin êdî veguherîne êşkenceyê.
Pinar Sakik Tekîn got, "Armanc ew e ku nasnameya jinan a rêxistinbûyî krîmînalîze bikin" û diyar kir ku bi taybetî xebatên wan ên Tevgera Jinên Kurd hedef tên girtin.
Pinar Sakik Tekîn got, "Hevşaredara me ya Bajarê Mezin a Amedê, hevrêya me û aktîvîsta TJA'yê Gultan Kişanak, tevî ku dema girtîbûnê ya li gorî Destûra Bingehîn a dijdemokratîk a heyî 7 sal derbas bûye jî hêj jî dîlgirtî ye. "
Pinar Sakik Tekin diyar kir ku girtina Hûda Kaya nîşan dide ku êrîşa li dijî siyaseta demokratîk nehatiye guhertin.
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HEDEP'ê Cemîle Turhalli Balsak jî, anî ziman ku dema darizandina li Meletî berdewam dikir, doza duyemîn hatiye vekirin û got ku pêvajoyeke êrîşa li dijî jinan hatiye destpêkirin.