TJA’yê ji bo daketina qadan bang kir

Aktîvîstên TJA’yê li Amedê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê belavok li jinan belav kirin û banga daketina qadan kirin.

Di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de  ya ku Tevgera Jinên Azad (TJA) daye destpêkirin, jin li Bazara Semt a Jiyan li navçeya Rezanê çûn serdana jinan û belavok belav kirin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn jî tevlî serdanê bû, bi belavokên destan bang li jinan kirin ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya li ser Jinê dakevin qadan.