TJA: Tecrîd wê bişike û azadî wê bi ser bikeve

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

TJA’yê di daxuyaniya  derbarê Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê de got, ‘’Êrîşa 9’ê Cotmehê destpêka wê planê ye ku ji bo şoreşa gelan, şoreşa azadiyê ya jinan bifetisînin hewl dane ku Rêbertiya şoreşê ji holê rakin. Ev pêvajoya ku bi komploya navdewletî dihate xwestin bi encam bikin, bi berxwedaniya bêmînak a Birêz Ocalan, bi berxwedana mezin a jinan, ciwanan û hemû gelê me hatiye pûçkirin.’’

TJA’yê bi domdarî got gelê Kurd bi şoreşa Rojava re li Rojhilata Navîn bi rengekî ku jê veger nîn e ketiye wê pêvajoyê ku azadiya xwe ya polîtîk û li çar parçeyan statûya yekîtiya Kurdistanê bi dest ve bîne. Her wiha hate gotin ku mêtingeriyê xwestiye ku vê pêvajoyê bi şer, qirkirin û dagirkeriyê rawestîne, ji bo vê plana têkşikînê sazkar kiriye û beriya êrîşê jî li Îmraliyê, li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda teqez sazkar kiriye.

BANG

Tevgera Jina Azad (TJA) di dawiya daxuyaniyê de got ew êrîşa 9’ê Cotmehê û tecrîda teqez bi hemû hêrsa xwe şermezar dikin, ti hêz û zilm li pêşberî bûyina dîrokî ya ku dema wê hatiye, li dijî civakîbûyina ku bûye xwedî mekan wê nikaribe raweste. TJA’yê herwiha bang li jinan kir û got, ‘’Bi vê hişmendiyê em bang li hemû jinan û gelê xwe dikin ku li dijî siyaseta komploger-tineker têkoşînê berz bikin. Têkoşîna me ya azadiyê wê heqîqeta ‘Tecrîd wê bişike, azadî wê bi ser bikeve’ teqez pêk bîne.