TJA: Li dijî dîktatoriyê em li qadên Newrozê bin!
TJA bang kir ku hemû jinên Tirkiyeyî û gel li cejna Newrozê bicivin û têkoşîna dijî diktatoriyê bi hev re bidin.
TJA bang kir ku hemû jinên Tirkiyeyî û gel li cejna Newrozê bicivin û têkoşîna dijî diktatoriyê bi hev re bidin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Newrozê daxuyaniyeke niviskî da.
'JI BO XWESERIYA DEMOKRATÎK EM Ê NEWROZÊ LI QADAN BIN'
TJA'yê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"8’ê Adarê ji bo jinên Kurd weke Newroza jinê hatiye jiyîn û bûye ew roj ku bi berxwedana hemû jinan re bûye yek. Zekiye Alkan, Sema Yuce, Rahşan Demirel, Ronahî û Bêrîvan weke sembolên berxwedana Newrozê jêderka berxwedana 8’ê Adarê ne. Ji bo vê jî jinên Kurdistanê bi 1’ê Adarê re şiyar dibin. Ji bo gelê me jî êdî pêvajoya 8’ê Adarê bûye pêvajoyeke wiha ku reng, ziman, rih û helwesta Newrozê lê tê watedarkirin. Bi vê maneyê em bang li hemû jinan dikin ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê û xebatên wê bibin. Ev pir zelal e ku îsal wê bibe sala têkoşîn û rizgariya hevpar a li dijî faşîzmê. Newroz 2017’an wê weke cejna Newrozê ya hemû gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn were pêşwazîkirin. Çawa ku Kawayê Hesinkar bi serhildana xwe roja rizgariya hevpar a hemû gelan derxiste holê, niha jî em di roja berxwedanê ya hevpar de bicivin, her deverê bikin cejna Newrozê. Ji bo vê jî em bang li hemû jinên Tirkiyê û gelan dikin ku Newrozê bicivin, li dijî dîktatoriyê em têkoşînê geş û gur bikin.
Li dijî rejîma yek ziman, yek dîn, yek milet, yek şef li welatê hevpar, li komara demokratîk û ji bo destûreke demokratîk ku her cihêrengî temsîla xwe tê de dibîne, em ê Newrozê dakevin qadan. Ji bo Xweseriya Demokratîk ku Kurd wê pê statûya xwe pêk bînin û pê têkiliya dildarî pêk bînin û temînata azadî û wekheviyê ye em ê Newrozê dakevin qadan.
'JI BO AZADIYA OCALAN EM Ê LI QADAN BIN'
Ji bo ev pêvajo bi dest ve were anîn û azadiya mîmarê çareseriya demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were em ê Neworêz li qadan bin. Bi dirûşma, ‘’Bi Rêbertî re teqez em ê bi ser bikevin’ ji bo em biqêrin ku tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê siberojê tarî bike, ji bo em bibêjin faşîzm e û siberoja wê nîn e em ê li qadan bin.
Bi hişmendiya bêyî ku Birêz Ocalan azad bibe ku bi paradîgmaya şaristaniya demokratîk a dij mêtinger û dij faşîst û xwediyê felsefeya bijî û bide jiyîn e, ti kesek ji me wê ne azad be em ê ronkahiya Newrozê zêdetir bikin.
'JI BO KU EM JI DÎKTATORIYÊ RE BIBÊJIN NA EM Ê AGIRÊ NEWROZÊ PÊXÎNIN'
Ji bo ku em ji rejîma dîktatorî re bibêjin na; ji bo dawî li hovîtiyê bînin, talan aborî bidin rawestandin, dawî li desteserkirinên polîtîk bînin, pêşî li gendeliyê û siyaseta şer bînin û ji bo hikûmeta AKP’ê ya ku dixwaze temenê xwe dirêj bike rawestînin em ê agirê Newrozê pêxînin.
'EM Ê BERXWEDANA NEWROZÊ GEŞ BIKIN'
TJA’yê herî dawî got: ‘’Ji bo Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Xirabê Bava û Licê em ê li qadên Newrozê bibin lehî biqêrin; ew sonda me ya nemir û hişmendiya dîroka me ya bê dawî ne. Di şexsê Sara, Sêvê, Asya Yuksel, Pakîze Nayir, Fatma Uar, Berjîn Demîrkaya, Dayika Taybet û bebika Mîran û Mehmet Tûnc de, ji bo berxwedana azadiyê ya bi hezaran ciwanî em di berxwedana Newrozê de bicivin.