TJA: Em ê bi ser bikevin, mafên mirovan wê bi ser bikeve
TJA'yê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku mafên mirovan hatine betalkirin û têkoşîna ji bo rûmeta mafên mirovan tê dayin, silav kir.
TJA'yê bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku mafên mirovan hatine betalkirin û têkoşîna ji bo rûmeta mafên mirovan tê dayin, silav kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
TJA'yê got, "Her dema ku şert û mercên faşîzmê derdikevin holê, mafên mirovan têne betalkirin. Di serî de gelê Kurd li ser cografya Rojhilata Navîn tecrîdeke giran tê ferzkirin, şertên şert ên binpêkirina herî giran a mafên mirovan li gelan têne ferzkirin."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li Girava Îmraliyê tecrîda giran a ku 23 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, nîşaneya 'îstîsnabûna' mafên mirovan e. Hevdîtina bi parêzeran û malbatê re ku di qanûnê de bi rengekî şênber tê gotin ku mafeke, tê astengkirin, 'mafê hêviyê' ku divê bêîstîsna teqez bi cih bê anîn, li Îmraliyê li hevsengiyên navneteweyî dialiqe. Berjewendiyên dewletan di ser mafên mirovan re têne dîtin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê jiyanê, çanda Kurd ku ji mafên herî bingehîn ên mirovan e, têne astengkirin, siyasetmedarên Kurd, aktîvîstên Kurd têne girtin, cezayên giran li wan têne birîn, bi sîstema qeyûm mafê hilbijartinê ji destê Kurdan tê girtin, temsîliyeta wekhev tê qedexekirin.
TJA'yê diyar kir ku di vê demê de tundiya li dijî jinê di asta herî bilind de ji aliyê dadgeriya dewlet-mêr ve tê rewakirin û got, "Kuştina jinê, destavêtin û destdirêjî, tundiya li zarokan bi destê dadgeriyê tê parastin. Yên ku Peymana Stenbolê di şevekê de betal kirin, tundiya li dijî jin û zarokan rewa dikin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku rakirina tecrîdê, destberdana ji polîtîkayên şer û misogerkirina aştiya bi rûmet wê pêşî li hewldaneke rasteqîn a mafên mirovan veke û hate gotin, "Em 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê di serî de li jinan, li hemû gelan pîroz dikin, têkoşîna ku ji bo rûmeta mirovahiyê tê meşandin silav dikin. Em ê bi ser bikevin, mafên mirovan wê bi ser bikeve. Jin, Jiyan, Azadî."