Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre bi ruhê Efrînê kongreya xwe pêk anîn

Tevgera Jinên Kurd ên Swîsre, 3. Kongreya xwe bi ruhê berxwedana Efrînê pêk anîn. Berdevka YPJ’ê Abdullah a di kongreyê de axivî û got: “Bila her kes baş bizane heta jinek mabe, radestî tu kesê nabe. Çawa Kobanê bi ser ket wê Efrîn jî bi ser bikeve.”

Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê bi tevlîbûna sedan jinan 3’emîn kongreya xwe li salona Gerlafîngen a girêdayî Kantona Solothûrn pêk anî. Salona konferansê li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê û alên PKK, YPG, YPJ’ê û TJK-E’ê hatibûn xemilandin. Her wiha dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Jin, jiyan, Azadî” li salonê ve hatibûn daliqandin. Kongreyta ku gelek nûnerên tevgerên jinan tevlî bû, Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullal axivî.

Di kongreyê de Şehîda YPJ’ê Avesta Xabûr û berxwedêrên Efrînê yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bibûn hatin bîranîn. Berxwedana bi heybet a şeran û gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê demxeya xwe li kongreyê da.

Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû kesên di berxwedana şoreşê de jiyana xwe ji dest dabûn ve destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê û şûn de kongre bi nirxandinên pêvajoya siyasî dewam kir.

DEWLETA TIRK WÊ LI EFRÎNÊ TÊK BIÇE’

Di kongreyê de Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah axivî balkişand li ser giringiya berxwedana Efrînê ya dîrokî û wiha got; “Wê dewleta Tirk a dagirker li Efrînê mehkûmî windabûnê bê kirin. Li Efrînê 7 salî heta 70 salî hemû kes ji bo azadiyê li ber xwe dide. Hevalên me yên li Efrînê li berxwe didin peyamekî ji bo gelê me heye. Wiha gotin; “Me lingê xwe bi dara zeytûnê ve girêdaye, em gavekê jî paşve naçin.”

Abdullah got ku dewleta Tirk li Efrînê dixwaze tola DAIŞ’ê ji wan bigre, wê dawiya dewleta Tirk li Efrînê mina ya DAIŞ’ê be.

‘YEK JIN JÎ BIMÎNE, WÊ TESLÎMÎ TI KESÎ NEBE’

Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de balkişand li ser rolê jinan a di Şoreşa Rojava de û wiha domand; “Bila hemû kes baş bizanin, ger tenê yek jin jî em bimînin em ê radestî tu kesî nebin. Çawe li Kobanê me qezençkir, em ê li Efrînê jî biserbikevin. Piştre jî em ê hesab ji kesên ku dema gelê me dihate qetilkirin bêdeng diman, bipirsin.”

Piştî axaftina Abdullah rapora xebatên salekê ya kongreyê hate xwendin û gotûbêj li ser xebatên dema nû hate kirin.

Kongre herî dawî bi hilbijartina kodroya rêveberiya nû û bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.