Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê bangî çalakiya sibê kir

Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê ji bo çalakiya prostestokirina NATO’yê ya ku ew ê sibê li Brukselê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê ji bo çalakiya sibê ya li paytexta Belçîka Brukselê ku wê bi şîara ‘NATO hevkarê sûcê dagirkirina Efrînê ye’ were lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt kir.

Tevgera Jinên Kurd wiha got; “Em sibê neçin dibistanan, sibê neçin kar! Sibê hemû kar û barên xwe rawestînin. Em beşdarî çalakiya protestokirina NATO’yê bibin. Wekî ku tê zanîn NATO piştgiriyê dide êrîş, komkujî û binpêkirinên dagirkirina Efrînê ji aliyê Erdoğanê dîktator ve.”

Herî dawî Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku sibê seat 12:00’an li Boulevar Bauduin 30 li hev bicivin.