Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê Roja Zimanê Dayîkê pîroz kir

Li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê roja Zimanê Dayîkê bi daxuyaniyekê pîroz kir.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidxanê bi daxuyaniyekê roja Zimanê Dayîkê pîroz kir. Di daxuyaniyê de wateya ziman hate rave kirin û wiha got: “Ziman amûreke sereke ye ji bo dan û stendin, xweîfadekirin û jihevfêmkirina mirovan. Her wiha ziman parçeyekî esasîn a ji çanda mirovahiyê ye. Mirov bi ziman dibin xwedî nasname. Rengê nasnameya mirovan zimanê wan e. Dîsa her netew bi çanda xwe, bi zimanê xwe ji hev cuda dibin, dibin xwedî nasname. Ya ku vê nasnameyê ji esas ve ava dike, pêş ve dibe û diparêze jî dayîk e. Lewma jî ji bo zimanê her kesê zimanê dayîkê tê gotin. Zimanê dayîkê hebûna mirov ava dike. Zimanê dayîkê bi qasî şîrê dayîkê şîrîn û helal e; nasname ye, rûmet e û di heman demê de hebûn e.”

Di heman demê de qala rola ziman ya di Êzdiyatiyê de jî hate kirin û wiha domand: “Di Êzdiyatiyê de jî ziman xwedî roleke sereke ye. Êzdî bi hezarê salan bi çanda xwe, bi zimanê xwe yê resen jiyane. Heta roja me ya îro çanda xwe, nasnameya xwe, hebûna xwe bi zimanê xwe parastine. Bi hezarê salan in Qewlên me, bê guhertin, çanda me ya ku yek ji çanda herî qedîm a mirovahiyê ye, gihandine van rojan. Ya ku di vê de rola pêşeng hilgirtiye ser milên xwe jî dayîkên me ne. Dayîkên me li beramber hemû fermanan çand û zimanê me parastine û pêş ve birine.”

Di dawiya daxuyaniyê de banga xwedî derketina li ziman hate kirin û wiha anîn ziman: “Di Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de em bang li hemû civaka xwe û dayîkan dikin ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Bi zimanê dayîkê bipeyivin, bi zimanê dayîkê bixwînin û binvîsînin. Em Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê di serî de li dayîkên kedkar û fedakar, li tevahî civaka xwe pîroz dikin û em dibêjin li zimanê dayîkê xwedîderketin, li çand, nasname û hebûna xwe xwedî derketin e. Li rûmeta mirovahiyê xwedî derketine.”