BI DÎMEN

TAJÊ: PDK dixwaze bi rêya vê kombûnê xwe ji fermanê bişo, em vê red dikin

TAJÊ diyar kir ku PDK bi rêya kombûna li Elmanyayê PDK dixwaze berpirsyariya xwe ya di fermanê de ji holê rake û destnîşan kir ku ew vê yekê red dikin. Her wiha destnîşan kir ku mîna Peymana 9'ê Cotmehê wê vê hewldanê jî têk bibin.

Di 18'ê Çileya 2024'an de (îro) wê li Parlamenta Eyaleta Nordrehîn Westfalen (NRW) a Elmanyayê bi sernavê 'lihevkirinê' kombûnek bê lidarxistin ku PDK yek ji beşdarên wê ye û têkildarî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an pêk tê. Lê belê civaka Êzidî bi taybetî jî Şengalî dibêjin, heta ku jinên hatine revandin neyên rizgarkirin, gorên komî neyên vekirin û berpirsyarên fermanê neyên darizandin lihevkirin nabe, lewma li ber vê kombûnê radibin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser mijarê li Meclîsa Gel a Dugirê ya Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê. Berdevka TAJÊ Rîham Hico daxuyanî da û bang li her kesî kir ku tevlî vê kombûnê nebin û nebin şirîkê xayinan.

Di daxuyaniyê de kombûn hate şermezarkirin û kombûn weke komplo û kiryarek li dijî civaka Êzidî hate pênasekirin.

Rîham Hico got, "Ji xwe her kes pê zane bê kê bi çi rengî ferman li Êzidiyan rakir. Yên ku ferman rakirin DAÎŞ bû û hevkarên DAÎŞ'ê bûn. Yên ku rê dan fermanê, Şengal bêparastin hinştin pêşmergeyên PDK'ê bûn. Berpirsyarê din jî xemsariya dewlet û hikumeta Iraqê bû. Tifaqa van hêzan a li dijî îradeya Êzidiyan, mîna dewamkirina fermanê ye."

Rîham Hico bal kişand ser Peymana 9'ê Cotmeha 2020'î ku li ser Şengalê hate amadekirin û got, "Civaka Êzidî, jinên Êzidî çima ev peyman red kirin? Ji ber ku ji derveyî Êzidiyan gelek alî di nava vê peymanê de hebûn. Ew peyman li ser Êzidiyan hate kirin û ji roja destpêkê ve em li ber rabûn. Li dijî peymanê me li Şengalê berxwedaneke mezin kir. Armanca peymanê bêîradekirina civaka Êzidî ye. Dixwazin civaka Êzidî vegerînin rewşa beriya sala 2014'an. Di tifaq û peymanê de gelek şilobûn heye."

Rîham Hico destnîşan kir ku pirsgirêka civaka Êzidî bi netewe û baweriyeke cuda re nîne û got, "Ti pirsgirêk di navbera Êzidî û Ereban de nîne. Hin kes an jî eşîrên tevlî DAÎŞ'ê bû ne em ê hesab ji kesayet an jî eşîran bipirsin. Hesab ji civakê nayê pirsîn û ti pirsgirêkeke me bi vî rengî nîne. Diyar e ku di wê konferansê de wê li hevkirinek bê kirin û aliyê ku xwe vedişêre jî PDK ye. PDK dixwaze xwe bê sûc nîşan bide, xwe ji fermanê bişo, dixwaze xwe ji hevkarî û xiyaneta 3'ê Tebaxê bişo û ser kiryarên xwe bigire. Em vê red dikin û kesên tevlî dibin jî weke şirîk dibînin."

Rîham Hico di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesên xwedî xîret kir ku beşdarî konferansê nebin û wiha got: "Em bang li her Êzidiyek xwedî xîret, Kurdek xwedî xîret, Xiristiyanek xwedî xîret, Misilmanek xwedî xîret dikin ku ji vê peymanê vekişin û hevkariya dijminê me nekin. Kesên ku tevlî konferansê dibin wê berpirsê peymanê jî bin. Çawa ku me peymana 9’ê Cotmehê red kir û her kesên tevlî peymanê bûbûn wek beramberî civaka Êzidî dît, em ê li dijî kes û aliyên ku tevlî vê konfearnsê bibin jî derkevin. Em tu tifaqên derveyê îradeya me qebûl nakin. Ji aliyê din ve tu dijminatiya me bi civakek re nîne ku em li hev bikin, dijminê me diyar bû û aliyên ku hevkarî kirin diyar bû. Ti pirsgirêka me bi civakan re nîne.  Em wek civaka Êzidî li ser esasê bi hev re jiyîn, xwişk û biratiya gelan, xebatên xwe dimeşînin. Esasên xebatên me jî xwişk û biratiya gelan e, hevdu hezkirin û qebûlkirin e. Ji bo vê em cardin diyar dikin, em vê komployê red dikin, wê tu carî pêk neyê û her kesên ku tevlî bibe jî berpirsyar e."

Daxuyanî bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Şengalê', 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bimire xiyanet' bi dawî bû.