TAJÊ: Em ê ti carî li ber dagirkerî û êrişan bêdeng nemînin

TAJÊ dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir û ragihand, ku êrişên li Rojava û Şengalê tên kirin ji hev qut nînin. TAJÊ bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kir û diyar kir, ku wê ti carî li pêşberî dagirkerî û êrişan bêdeng nemînin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber salvegera 2'emîn a destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên beriya 2 salan li Efrînê, bi hezaran jin, zarok, sivîl hatin qetilkirin ku di nav de Êzidî jî hebûn, bi sed hezaran mirov koçber bûn.

TAJÊ diyar kir, ku êrişa li Efrînê ne tenê li dijî gelê Kurd û civaka Êzidî bû, her wiha li dijî gelên Suryan, Keldan, Ermen, Elewî, Misilman û hemû pêkhateyên li herêmê bû, destavêtina li jinê bû.

TAJÊ destnîşan kir ku êrişên hewayî yên li Şengalê ji bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne qut in û wiha dewam kir: "Di destpêkê de êriş birin ser cihê dîrokî. Bi vê re xwestin ku dîroka civaka kevnar û ol û baweriyan tine bikin. Dijminatiya ku dewleta Tirk li Kurdan û civaka Êzidî dike di dîrokê de li devereke din nehatiye dîtin."

TAJÊ di salvegera 2'emîn a êrişên dagirkeriyê de dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir, "Êrişên hewayî yên li Şengalê ji bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut nînin. Dewleta Tirk bi ti awayî tehemûlî Kurdan û civaka Êzidî nake. Lewma beriya her tiştî êrişê dibe ser destketiyên Kurdan û Êzidiyan."

TAJÊ bi bîr xist ku gelê Kurd, civaka Êzidî bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê dîrok nivîsandin û destnîşan kir, "Mirovatî ji hovîtiya çeteyan xilas kirin û bûn pêşeng û hêvî ji bo gelan re. Lê belê di vê demê de yên herî zêde dibin hedefa desthilatdaran Kurd in, saziyên navneteweyî û mirovî jî li pêşberî vê bêdeng in."

TAJÊ destnîşan kir ku jinên Êzidî wê li pêşberî van bûyeran ti carî bêdeng nemînin û ragihand, "Bi taybetî piştî şehîdxistina fermandarê YBŞ'ê û her sê şervanên pêşeng ên YBŞ'ê ku em weke dewama fermanê dibînin, em ê tola şehîdên xwe yên leheng rakin. Ev êriş ne êrişek ji rêzê ye, bi komplo her çar pêşengên me hatin şehîdxistin.

Li ser vê esasê em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî bang li hemû mirovatî, saziyên sosiyalîst û çepger, rêxistinên Jinan û hemû milletê Kurd û Êzîdî dikin ku bi çalakiyan li ser piya bin, xwedî li Efrînê û Şehîdên xwe derkevin."