Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera 9’emîn ya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an nameyek vekirî ji welatên ku jenosîd qebûl kirine re nivîsî.
Nameya ku ji aliyê Komîteya Diplomasiyê ya Tevgera Azadiyê ya jinên Êzidî ve hatiye nivîsandin wiha ye;
“Fermana 74’an ya li ser civaka me 9 salên xwe tije dike û dikeve sala 10’emîn. Ji bo civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî rojek gelek zehmet û bi êş e. Beriya 9 salan, roja 3’ê Tebaxa 2014’an, çeteyên DAÎŞ’ê ji Bakurê Iraqê ve êrişî Şengalê kirin. Pêşmergeyên PDK’ê bêyî ku li ber xwe bidin ji Şengalê vekişiyan û rê ji DAÎŞ’ê re vekirin. Çeteyên DAÎŞ’ê li dijî civaka Êzidî hemû kiryarên derveyî exlaqa mirovahiyê weke kuştin, dîlgirtin, koletî, destdirêjî û leşkerkirina zarokan a bi darê zorê pêk anî. Bi hezaran keç, jin, zarok û mirovên Êzidî dîl girtin. Nêzîkî 3.000 endamên malbat û xizmên me, hêj di destên çeteyên DAÎŞ’ê de dîlgirtî ne û çarenûsa wan ne diyare.
‘13 DEWLETAN JENOSÎDÊ NAS KİRİNE’
Li dijî civaka Êzidî ev sûcên dijî mirovahiyê yên DAÎŞ’ê, ji milê 13 welatan ve fermî wekî jenosîd hatiye qebûlkirin. Qebûlkirina jenosîda li ser civaka Êzidî ji aliyê van welatan ve, gavekî gelek erênî ye. Weke jin û civaka Êzidî em bi vê yekê gelek kêfxweşin. Lê belê divê ji bo darizandina DAÎŞ'ê û hevkarên wê gavên pratîkî bên avêtin.
Her çiqas li hinek welatên Ewropayê çend çeteyên DAÎŞ’ê hatibin darizandin û ji ber sûcên xwe hatibin dadgerkirin jî, daxwaz û vîna me ya dozên hiqûqî yên berfireh nehatine bicihanîn. Wek kes Darizandina van kesên sûcdar gelek giringe, lê ji vê giringtir ew e ku kesên tewanbar xwe dispêrin kîjan hêz û rêxistinên dij mirovahiyê. Pêwîste hemû aktor û dewletên girtî û vekirî ku DAÎŞ'ê xwedî kirine, di aliyê lojistîk, leşkerî, perwerdehî, aborî û siyasî de piştgiri dane werin lêkolînkirin, zelalkirin û di dadgehek navneteweyî de ji ber sûcên xwe yên dijî mirovahiyê werin darizandin. Li rexmê ku 9 sal bi ser jenosîdê re derbasbûye jî aliyên sûcdar wek kes, rêxistin û dewlet li dadgehekê navnetewî nehatine darizandin. Ev hiştiye ku sûcdar hîn jî êrişên xwe bidomînin. Îro êrişên dewleta Tirk yên hewayî nimûneya vê rastiyê ya herî vekirî ye. Hîna bi hezaran jin û zorokên me dîlgirtine. Şengal ji nûve nehatiye avakirin, ji bo alikariya mirovî, hiqûqî, siyasî, ewlehî, tenduristî hwd. rayagiştî a cîhanê, dewlet û saziyên navneteweyî berpisyariyên xwe pêkneanîne. Ev ji bo civaka Êzidiyan cihê xemginiyê ye. Metirsiya li ser civaka me xilas nebûye, taybet êrişên ezmanî yên dewleta Tirk ewlehiya civaka me û Iraqê xirab dike. Em wek civaka Êzidî li bendêbûn birînên me werin pêçan, çareseriyên civakî û siyasî werin pêşxistin. Lê mixabin hevalbêndên DAÎŞ ê yên wekî dewleta Tirk jî dest ji hewldanên xwe yen faşîst, qirker û dagirker bernedaye.
‘ARMANCA DEWLETA TIRK Û DAÎŞ’Ê QIRKIRINA CIVAKA ÊZIDÎ YE’
Wek jinên Êzidî yên Şengalê, me piştî fermanê rêxistina xwe ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), ji bo ku em bikaribin xwe bihêz bikin û helwestên siyasî yên hevpar îfade bikin, ava kir. Em konferansan çêdikin, jinan perwerde dikin, meşan li dar dixin û projeyên jiyanî yên aborî, tenduristî, çandî û hwd, didin meşandin. Em wisa bawer dikin ku tenê zanakirin û xurtkirina civaka me, bi taybetî pêşdebirina jinan, dikare rê li ber fermanên nû bigire. Xwe rêvebirin, xwe rêxistinkirin, xwe parastin mafê mirovan a herî bingehîn e. Ji bo carekî din komkujî û bêmafî çênebin me pêwistî dît xwe bi rêxistin bikin.
Tevî travmaya civakî û texrîbatên berfireh ên binesaziyê, heta îro rewşa ewlekariyê pirsgirêkên cidî ji bo jiyana me ya li Şengalê derdixine holê. Êrîşên ku ji aliyê hêzên hewayî yên dewleta Tirk ve ji sala 2017’an ve tên kirin, êrişên sistematik in. Armanca êrişên dewleta Tirk ji armancên DAÎŞ’ê ne dûrin. Heman tiştî armanc dike. Qurbaniyên van êrîşan Êzidî ne ku beriya 9 salan jenosîdê dîtine. Ev êrîş hiqûqa navneteweyî binpê dikin û sûcên şer in. Ji ber ku nexweşxaneyên sîvîlan hedef tên girtin. Lê heta niha civata navneteweyî, ji bo rê li ber kiryarên dewleta Tirk ên hovane bigire, gavekî neavêtiye. Bêdengiya li hember hovitiya dewleta Tirk hiştiye ku ev êriş domdar bibin.
Em wekî rêxistineke ku temsîla jinên Êzidî yên Şengalê dikin, bang civata navneteweyî dikin û daxwazên xwe wiha rêz dikin:
1-Hemû sazî û rêxistinên siyasî yên xwedî bandor, qetlîamên ku DAÎŞ anîn ser civaka Êzidî, wekî jenosîd qebûl bikin.
2-Hesab ji hemû kes, sazî û rêxistinên ku di fermanê de berpirsiyariya wan hebûn, were xwestin; Di serî de divê hesap ji çeteyên DAÎŞ ê û hevkarên wê dewleta Tirk û PDK’ê bê xwestin. Her wiha hesab ji hikumeta Başûrê Kurdistanê bê xwestin, ji ber ku bi erkên xwe yên parastina civaka Şengalê ranebûn.
3- 10’ê Hezîrana 2023’an Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê biryar da ku hin çeteyên DAÎŞ’ê di zindanên de bidarizîne. Em civaka Êzidî bi vê biryarê gelek kêfxweş bûn û piştgirî didin vê biryarê. Di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rijhilatê Sûriyê de 10 hezar çeteyên DAÎŞ’ê hene. Em wek jin û civaka Êzidî daxwaz dikin welatên ku Jenosîd nas kirine piştgirî bidin biryara Rêveberiya Xweser a darizandina DAÎŞ ê û bi erk û berpirsiyartiyên xwe rabin.
4-9’ê Cotmeha 2020’an li ser Şengalê hevpeyman hat îmzekirin, ev hevpeyman bêyî îradeya gelê Şengalê bû. Em vê hevpeymanê weke berdewamiya fermanê dibînin û qebûl nakin. Em ji welatên ku jenosîdê nas kirine daxwaz dikin ku xeteriya vê hevpeymanê ya li ser civaka Êzidî û xelkê herêmê bibînin û qebûl nekin.
5-Ji bo êrîşên hewayî yên dewleta Tirk werin sekinandin divê biryara qedexeya ezmanî were girtin.
6-Ji bo ji nû ve avakirina Şengalê divê piştgirî bê dayîn.
7- Ji bo jin û zarokên di destên DAÎŞ’ê de werin rizgarkirin xebatên hevpar werin rêxistinkirin û meşandin.
8- Em piştgirî didin hewldanên Hêzên Sûriyeya Demokratik (QSD) yên rizgarkirina dîlgirtiyên di destê DAÎŞ’ê de, em bi rêzdarî pêşwazî dikin. Bangawazî ji bo raya giştî ya navdewletî dikin da ku ji vê hewildana QSD re bibin alîkar û tifaqên hevpar pêşbixinin.”