Spanya wê pênaseya feminîsîdê berfireh bike

Spanya xwe hazir dike ku li ser mijara feminîsîdê pênaseyeke berfireh bîne.

Ji sala 2022'an û pê de wê pênaseya feminîsîdê were berfirehkirin û rengê têkiliya xwe çi dibe bila bibe wê li ser hemû jinan, ku ji hêla mêran ve hatine kuştin were bicihanîn.

Kuştina jin, zarkeçekekê an jî zêdetir, a ji ber sedema jinbûna wan weke 'feminîsîd' tê pênasekirin.

Feminîsîd heta niha li Spanyayê di nav têkiliya zewiciyan de an jî berê zewicî de, ji bo hemû kuştina jinan dihate bikaranîn.

Ji sala 2003'an û wir ve ku hatiye tomarkirin li Spanya 1124 jin hatine kuştin.

Mala Çavdêr a Spanya ya dijî tundiyê dixwaze pênaseya feminîsîdê berfirehtir bike.

Ji 1'ê Çile ya 2022'an û pê de feminîsîd wê weqayên din jî vehewîne û bi vî rengî Spanya wê bibe welatê pêşî yê Ewropayê ku kuştina hemû jinan dike hesebê.

Wê kuştina jinan a navmalî ya bi destê mêrên ji malbatê an jî gilihên zayendî û kuştina bi wekaletî ya navmalî jî bikeve nav vê çarçoweyê. Bi vî rengî hemû kuştinên jinan, rengê têkiliyên xwe çi dibin bila bibin weke feminîsîd bê pênasekirin.