SKB-Ewropa: Rejîma Qesrê ya Kujer dîsa mafê jiyanê kuşt

Yekîtiya Jinên Sosyawlîst a Ewropayê (SKB) parêzer Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza dada wekhev di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got, ''Rejîma Qesrê ya kujer mafê jiyanê dîsa kuşt.''

SKB-Ewropa di daxuyaniya niviskî de got, ''Ebrû Tîmtîk ku di roja 238'an a rojiya mirinê de nemir bûyî di têkoşîna rûmetdar a jinan de were jiyandin.''

Di daxuyaniyê de berdewamî hate gotin, ''Ebrû Tîmtîk ku bi daxwaza darizandina dadmend li gel hevrêyê xwe Aytaş Unsal dest bi rojiya mirinê kirî têkoşereke dadê û parêzera gel bû.

Rejîma Qesrê ya ku çav û guhê xwe li berxwedana wê girtî li gel rabpora Tiba Edlî ku digot nikare li girtîgehê bimîne jî bi vê helwesta xwe ew mehkûmî mirinê kir.

Ên ku guhê xwe lê girtin, berê serê xwe dane aliyekî dad û wijdan kuştin. Rejîma Qesrê ya kujer careke dî mafê jiyanê bi rengekî bêdaraz kuşt.

Ên ku bêdeng man, xwe kerr û kor kirin xwe nespêrin tarîtiya tirsê...Ji bo ku hûn teslîmî jiyaneke nizm nebin, ji bo jiyan û rûmetê, ji bo ku hûn bibêjin êdî bes e hûn li hêviya çi ne! Jiyana ku tê parastin a me hemûyan e.

Em bihêrs in! Têkoşîna jinan bi vê hêrsê wê îdealên jiyanê yên Ebrû Tîmtîk bide jiyîn!''