Siyasetmedarên jin ên Kurd dîl têne girtin
AKP ku jin ji siyasetê û mekanîzmayên biryardanê dûr xist, bi dîlgirtina siyasetmedarên jin dixwaze ku bi temamî ji civakê tecrîd bike.
AKP ku jin ji siyasetê û mekanîzmayên biryardanê dûr xist, bi dîlgirtina siyasetmedarên jin dixwaze ku bi temamî ji civakê tecrîd bike.
Di desthilatdariya AKP'ê de mafên ku jinan bi têkoşîneke dûr û dirêj, bi kedeke mezin bi dest xistine, yek bi yek têne desteserkirin. Bi mejiyê 'Jin nîne, malbat heye' daxwaz û pirsgirêkên jinan ji nedîtî ve tê û bêçareserî dihêle.
AKP ku jin ji siyasetê û mekanîzmayên biryardanê dûr xist, bi dîlgirtina siyasetmedarên jin dixwaze ku bi temamî ji civakê tecrîd bike. Hejmara jinan a li meclîsê bi saya polîtîkaya temsîliyeta wekhev a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di dîroka Tirkiyeyê de di rêjeya herî bilind de ye. Tevî vê yekê jî ji sedî 83 jê mêr in, tenê ji sedî 17 jê jin e. Di rêveberiyên xwecihî de jî temsîliyet gelekî kêm e. Bi saya sîstema hevserokatiyê ya ku HDP'ê di hilbijartinên xwecihî de bi cih anî, temsîliyeta jinê ku ne ji sedî 1 jî bû, êdî di asta ji sedî 3,5 de ye.
GELEK JÊ DÎL TÊNE GIRTIN
Ji ber gefa girtina HDP'ê, biryar hate dayin ku bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bibin. Ev rewş di nava Partiya Çepên Kesk de jî neguherî. Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de hejmara herî zêde ya namzetên jin li nava Partiya Çepên Kesk e. Piraniya jinên HDP'î yên ji bo vê temsîliyetê têkoşiyan niha dîl têne girtin. Li hemberî ıhevserok, wekîl û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku ji bo azadiya jinê têdikoşin, zexteke giran heye. Hin ji siyasetmedarên jin ên ku hînê dîl têne girtin û wezîfeya wan bi vî rengî ne:
* Ayşe Gokhan (Berdevka TJA'yê)
* Leyla Guven (Hevseroka KCD'ê)
* Gultan Kişanak (Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê)
* Fîgen Yuksekdag (Hevseroka HDP'ê)
* Sabahat Tûncel (Hevseroka DBP'ê)