Sîsê Bîngol a 85 salî hate berdan

Sîsê Bîngol a 85 salî ya ku hatibû girtin, îro hate berdan. Tekana peyama Bîngolê, aştî bû.

Sîsê Bîngol a 85 salî ji ber ku di cezayê xwe de înfaza wê temam bû îro ji Girtîgeha Jinan a Karataşê ya Edeneyê hate berdan.

Bîngol ji ber ku gihişt malbata xwe kêfxweş bû. Bîngol diyar kir ku tekane peyama wê aştî ye. Keça wê Hasbîke Kanmaz jî diyar kir ku ew ê tevî diya xwe biçin Mûşê.

Sîsê Bîngol bi hinceta ‘endama rêxistinê’ ye dihate darizandin û gelek nexweşiyên wê hebûn. Kurê wê jî hi heman dozê dihat darizandin û 4 sal û 2 meh ceza li kurê wê hatibû birîn.