Sînem Ogûz a girtî: Ne diyar e ku em ê sibe sax bin yan na

Li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê zextên li dijî jin ên girtî dewam dikin. Ji girtiyan Sînem Ogûz bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, "Ne diyar e ku sibe em sax bimînin" û bang li raya giştî kir.

Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan roj bi roj zêde dibe. Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê yek ji wan girtîgehan e ku di dema vîrûsa koronayê (Covîd-19) de binpêkirina mafên mirovan lê zêde bûye. Zêdeyî 12 jinên li heman koxûşê tên hiştin bi rêya malbatên xwe qala bûyerên bi serê wan ve tên, kirin.

Li gorî agahiyên ku malbatan ragihandin, koxûşa girtiyan timî tê saxkirin, ev yek ji bo tenduristiyê nebaş e, lê tevî vê yekê jî ev kiryar bi fermana Wezareta Edaletê dewam dike. Girtiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan, lê cezayê hevdîtinê li wan hate birîn.

Yek ji girtiyên Sînem Ogûz (27) bi rêya telefonê bi xwişka xwe Cemîle Ogûz re axivî. Cemîle Ogûz diyar kir ku piştî rûdana vîrûsa koronayê mafê axaftina bi telefonê bû hefteyê du caran, lê belê ev mafên wan gelek caran bi hincetên cuda tê astengkirin û tenê mehê carekê dikarin biaxivin. Ogûz bal kişand ser saxkirina odeyan ji aliyê gardiyanan ve û diyar kir ku ev yek li ser jiyana girtiyan metirsî ye. Ogûz li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ev agahî parve kir: "Xwişka min anî ziman ku li girtîgehê di asteke metirsîdar de mafên mirovan tê binpêkirin. ragihand ku 6-7 hevalên wê yên girtî tevî ku dema wan a girtîmayinê qediya ye nayên berdan. Pêwendiya me ya bi girtîgehê re qut bûye. Em ji jiyana wan bi fikar in. Dema bi telefonê axivî got, 'Em îro sax in, lê nizanin ku sibe sax bimînin yan na'."

Cemîle Ogûz diyar kir ku xwişka wê li ser binpêkirina mafên mirovan ev agahî da wan: "Ji ber şewbê em nikarin hevdîtina rû bi rû bikin. Ji ber şewbê li odeyên me lêgerîn nedihate kirin, lê belê hefteya derbasbûyî ji nû ve dest bi lêgerînê kirin. 15 gardiyan lêgerînê dikin û eşyayên me ji hev dixin. Me ji rêveberiya girtîgehê re ragihand ku ev yek ji bo tenduristiyê nebaş e û sûc e. Lê belê gotin ku kiryara navborî bi fermana Wezareta Edaletê tê kirin. 6-7 hevalên me hene ku dema wan a girtinê çend mehên din bi dawî dibe. Hevalên me Şefîka Bîlîcî, Kaniye Agirman, Kadriye Kulter, Berîvan Bîtmez ji ber helwesta kêfî ya rêveberiyê nikarin ji girtîgehê derkevin. Bi raporên rêveberiya girtîgehê berdana hevalên me hate taloqkirin. Hincet jî ew e ku dirûşm qîriyane. Hevalên me li ber van îdîayan rabûn. Tevî ku bi dîmen, bi qeyda deng ev îdîa nehatiye piştrastkirin jî ceza ferz dikin. Tiştekî bi navê maf û hiqûqê nîne. Tevî ku me serî li gelek deveran dane, ev kiryarên nehiqûqî dewam dikin. Nediyar e ku sibe em ê sax bin an na. Bûyerên ku li girtîgehê diqewime veguheriye polîtîkayekê. Serdozgeriya Komarê hevparê vê polîtîkayê ye."