Şervanên jin ên YPG’ê di çapemeniya cîhanê de ne

Şervanên jin ên YPG’ê di çapemeniya cîhanê de ne

Şervanên jin ên YPG’ê yên ku li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li dijî rejîma Sûriyeyê cihê xwe di eniya şer de girtin, cihek berfireh di çapemeniya cîhanê de girtin. Televîzyona VRT ya Belçîkayê ji bo şervanên jin ên YPG’ê got: “Ji bo mafên Sûriyeyî, Kurd û jinan şer dikin”, Ajansa Nûçeyan a Franseyê (AFP) jî got: “Di eniya şer a Sûriyeyê de şervanên jin ên Kurd ciheke taybet digirin.”

Saziya Flaman a Radyo û Televîzyonê ya Belçîkayê (VRT) di bulteya xwe ya sereke de cih da şervanên jin ên YPG’ê yên ku li taxa Şêx Meqsûd a Helebê di eniya şer de cihê xwe girtibûn.

Nûçegihanê şer ê Belçîkayê yê xwedî tecrûbe Rudi Vranckx di nûçeya xwe de diyar kir ku li Şêx Meqsûdê zêdetirê sed hezar Kurd hene, di van demên dawiyê de ketiye destê Artêşa Azad û bi taybet jî “milîsên Kurd” û niha bûye eniya şer.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku şêniyên taxê ji ber şer koçber dibin û bajar jî ji ber koçberiyê veguhertiye “bajarekî xeyaletan.” Her wiha di nûçeyê de tê destnîşankirin ku her ku diçe di şer de oldarên radîkal cih digirin, lê nûçegihan li vir li rastî şervanên jin ên Kurd hatine.

Vranckx  û koma diçin cihê tabûra şervanên jin ên YPG’yî û di nûçeya xwe de cih dide axaftinên şervanên YPG’ê Hîrek Şîlan û Rûken.

Rûken dide diyarkirin ku segvanên wan hene û çekên wan ên bi makîneyî hene û dibêje: “Em ji bo azadiya jinan şer dikin. Em gel û jinan diparêzin. Armanca me azadî û demokrasî ye.”

Şîlan jî dibêje: “Li cihê ku zilam xwedî mafan bin û jin jî mîna koleyan bin, em hewl didin ku jinan ji koletiyê rizgar bikin” û diyar kir dike ku dema mesele dibe maf, jin û mêr wekhev in.

Televîzyonê di nûçeya xwe de cih da nobetguhertina şervanên segvan ên YPG’ê. Şervaneke jin ku nobetê dewr digire, şervaneke jin di kozikê de cihê xwe dike, nîşan dike û gule dibarîne.

Rudi Vranckx di dawiya nûçeya xwe dibêje: “Her ku diçe nûçeyên li ser şervanên cîhandê û oldarên radîkal zêdeti dibin, di şereke wiha de dîtina keçên Kurd ên ku ji bo wekheviyê têdikoşin, surprîz e. Wisa dixuyê ku evane dê piştî şer jî qet dest ji mafên xwe bernedin."

AFP: ŞERVANÊN JIN ÊN PKK’YÎ LI CÎHANÊ NAVDAR IN

Ajansa nûçeyan a Franseyê AFP’ê jî di nûçeyeke bi dîmen de cih da şervanên jin ên Kurd ên li Helebê di eniya şer de cih girtin. Ajansê ji bo nûçeyê sernûçeya “Di eniya şer a Sûriyeyê de şervanên jin ên Kurd ciheke taybet digirin” bi kar anî û di nûçeyê de dibêje: “Fermandara jin Engîzek a ku porê wê vekirî bû ferman dide şervanên mêr ên Kurd.”

AFP dibêje: "Berûvajiyê Ereban kevneşopiyeke demdirêj a şer a jinên Kurd heye. Şervanên jin ên PKK’ê di salên 1990’an de bi taybet bi çalakiyên întîhariyê li cîhanê navdar bûne.”

AFP diyar dike ku tabûra ku Engîzek fermandara wê bû ji seî 20 ji jinan pêk dihat û ragihand ku girêdayî YPG’ê ne. Ajans di nûçeya xwe de balê dikişîne ku şervanên komên Ereb li dijî wê yekê ne ku jin di nava şer de cih bigirin.

Engîzek wana weke “paşverû” bi nav dike û balê dikişîne ser komên weke El Nûrsa yên li ser xeta El Qaîdeyê. Şervana Kurd Engîzek dibêje: “Em naxwazin bi wan kesên ku mafên jinan nas nakin re hevkariyê bikin” û didomîne: “Em weke tevger vê yekê qebûl nakin. Ez weke jinekê vê yekê qebûl nakim.”